Li Cenînê jinek hate qetilkirin
Di encama êrîşa li gundê El-Be'ane yê herêma Cenînê ya Filistînê de jina binavê Wafaa Mehmûd Badran jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan – Li Filistinê, pêlekî cînayet û tundiyê ku gef li ewlehiya civakê dixwo, tê jiyîn. Polîsan, bi sûcdariya hevkariya bi çeteyên sûcên rêxistinkirî û xemsariyê tên tawanbarkirin.
Wafaa Mehmûd Bedran a 35 salî, di 15’ê Çile de gundê El-Be'ane yê herêma Cenînê ya Filistînê di êrîşeke çekdarî de hate qetilkirin. Li gorî çavkaniyên herêmî, jin bi guleyên kesên nenas bi giranî ji serê xwe birîndar bû û rûxmê hemû hewildanên bîjîşkan jî jiyana xwe ji dest da.
Hate ragihandin ku ji destpêka sala 2026’an vir ve di nav sînorên Filistînê yên sala 1948’an de li 14 bajar û gundên 17 kes jiyana xwe ji dest dan. Piştî van bûyeran, gelek xwendekar li kampusan kom bûn, dirûşmeyên ku polîsan sûcdar dikin qîr kirin û pankartan vekirin. Di pankartan de dirûşneyên "Sûcê Şer Rawestînin", "Hikûmet û Polîs Hevkarê Sûc in" û wêneyên kesên hatine qetilkirin cihgirtin.
Her wiha hate ragihandin ku hevjînê Wafaa Mehmûd Bedran jî beriya çar salan li bajarê Nehariye bi heman şêwaze hatiye qetilkirin.