Li Celaqê krîza tenduristiyê
Li bajarê Celaqê yê Belûcistanê, kêmasiya navendên tenduristiyê, nebûna dermanxaneyên 24 saetî û kêmasiya bijîşkên pispor, jiyana nexweşan dixe metirsiyê. Welatî diyar dikin ku ji bo nexweşiyên giran tenê bi telefonê biryara sewqkirinê tê dayîn.
Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên ku ji aliyê Tora Mafên Mirovan a Belûcistanê ve hatine weşandin, welatiyên bajarê Celaqê nerazîbûna xwe li dijî rewşa xirab a navendên tenduristiyê nîşan didin. Welatî diyar dikin ku derfetên heyî ne li gorî pêdiviyên tenduristiyê yên nifûsa herêmê ne. Li gorî daxuyaniyan, nebûna personelên pispor û lawaziya binesaziya tenduristiyê, di rewşên lezgîn de dibe sedem ku gelek nexweş rûbirûyî metirsiyên cidî werin.
Nebûna dermanxaneya 24 saetî jiyana nexweşan dixe metirsiyê
Li gorî gotina niştecihên Celaqê, li bajêr dermanxaneyeke ku 24 saetan xizmetê bide tune ye. Ev pirsgirêk dibe sedem ku bi şev û di rojên betlaneyê de peydakirina dermanên bingehîn hema bêje ne gengaz be. Welatî dan zanîn ku di rewşên lezgîn de, malbat neçar dimînin ji bo peydakirina dermanan bi dehan kîlometreyan biçin bajarên derdorê. Ev derengketin carinan dibe sedem ku xetereyên giran li ser jiyana nexweşan çêbibin.
Xelkê herêmê tekez dike ku bi taybetî ji bo nexweşên kronîk, extiyar, zarok û jinên ducanî, nebûna xizmeta 24 saetî ya dermanxaneyan fikarên mezin û barê malbatan girantir kiriye.
Kêmasiya bijîşkan û nebûna tecrubeyê
Welatiyan di heman demê de rexne li kêmasiya bijîşkan û hebûna xebatkarên bê tecrube yên li navendên tenduristiyê yên Celaqê kirin. Li gorî agahiyan, bijîşkên li bajêr bi piranî di destwerdana nexweşiyên giran û tevlîhev de bê tecrube ne. Di hin rewşan de, nexweşên ku rewşa wan giran e, tenê ji aliyê bijîşkên stajyer (perwerdekar) ve tên muayenekirin. Ev yek jî baweriya xelkê bi kalîteya xizmetên tenduristiyê kêm kiriye.
Ji ber kêmasiya pisporan, gelek nexweş neçar dimînin ku ji bo tedawiyeke guncaw berê xwe bidin bajarên din. Ev rewş ne tenê lêçûnên rêwîtiyê zêde dike, di heman demê de “dema zêrîn” a ji bo rizgarkirina jiyana nexweş jî winda dike.
Tedawiya bi telefonê û derengketina xizmetê
Çavkaniyên agahdar ji Tora Belgekirina Mafên Mirovan a Belûcistanê re ragihandin ku di hin rewşan de bijîşk bêyî ku biçin gel nexweş, tenê bi rêya telefonê telîmatê didin û nexweşan sewqî nexweşxaneyên bajarê Sarawanê dikin. Li gorî welatiyan, ev rêbaz ne tenê pêvajoya tedawiyê dereng dixe, lê di rewşên krîtîk de xetereyê li ser jiyana nexweş zêdetir dike.
Niştecihên Celaqê destnîşan dikin ku ji ber dûrbûna rê, nebûna derfetên ragihandinê û xerabûna rêyan, şandina nexweşan bo bajarên din gelekî zehmet e û malbat ji bo xizmetên tenduristiyê neçar in bedelên giran bidin.
Tevî ku gihîştina xizmetên tenduristiyê mafekî bingehîn ê welatiyan e, xelkê Celaqê diyar dike ku bi salan e ji ber kêmasiya derfetan û paşguhkirina binesaziyê tenduristî û ewlehiya wan di xetereyê de ye. Welatî ji rayedaran daxwaz dikin ku bi lez pirsgirêkê çareser bikin, bijîşkên pispor tayîn bikin, dermanxaneyeke 24 saetî vekin û navendên tenduristiyê bi alavên hewce bixemilînin; da ku tu nexweşek ji bo xizmetên bingehîn neçar nemîne bajarê xwe biterikîne.