Li Brukselê dê dewleta Tirk ji ber sûcên ku kirine were darizandin
Di Dadgeha Gel a ku dê di 5-6'ê Sibatê de li Brukselê pêk were dê dewleta Tirk ji ber sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine, were darizandin.
Navenda Nûçeyan- Li Sûriyeyê piştî hilweşandina rejîma Beasê ya 61 salî, nediyariya li herêmê berdewam dike. Di pêvajoya ku hêzên herêmî û navneteweyî li ser Sûriyeya nû nîqaş dikirin de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê dest bi êrişên li ser herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Dewleta Tirk ku nediyariya li herêmê ji xwe re weke firsendekê dibîne, bi riya çeteyan Til Rifat û Minbic dagir kirin. Li herêmên dagirkirî, şer û sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin. Mirovên sivîl tên revandin, destavêtin û komkujî tên kirin.
‘Pêşî bi DAIŞ’ê piştre bi SMO’yê êrîşan berdewam kir’
Li herêmê sûcên dewleta Tirk ne yekem in. Bi Şoreşa Rojava re êrişên dewleta Tirk ên bi riya çeteyên DAIŞ'ê dest pê kirin, tu carî ranewestiyan. Dem bi dem bi riya çeteyan, dem bi dem bi êrişên dagirkeriyê yên ji hewa û bejahî ve dewleta Tirk xwest şoreşa li herêmê têk bibe. Di encama berxwedana dîrokî ya hêzên YPJ/YPG’ê de çeteyên DAIŞ’ê têk çûn lê dewleta Tirk bi çeteyên SMO'yê yên ji bermahiyên DAIŞ'ê hatine avakirin, van êrişan didomîne. Bi vê yekî jî têr nebû. Girê Spî, Serêkaniyê û Efrîn hatin dagirkirin. Ev herêm bi walîtiyên Kîlîs û Rihayê ve hatin girêdan. Dewleta Tirk li van herêman hê jî sûcan dike. Tevî ku ev sûcên dewleta Tirk kirine bi belge û delîl in jî saziyên navneteweyî yên pêwendîdar vê rastiyê jinedîtî ve hatin û tu ceza nedan dewleta Tirk.
Li Brukselê dadgeha gel tê avakirin
Li paytexta Belçîka Brukselê di 5-6’ê Sibatê de, Tirkiye ji ber sûcên ku kirine wê li Dadgeha Gel a Rojava li L'Unîversîtê libre de Bruxelles (Zanîngeha Azad a Brukselê - ULB) bê darizandin. Rûniştina dozê wê li Salona Dersê ya Aula QA ya li Kampusa Etterbeek a zanîngehê pêk were. Ji bo rûniştinê parêzer, rojnamevan û aktîvîstên mafên mirovan ên ku bi sûcên navneteweyî re mijûl dibin, hatin vexwendin.
Pêşengiya vê organîzasyonê Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, parêzerên ku sûcên dewleta Tirk dişopînin, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan û her wiha rêxistinên mafên mirovan dikin.
Dadgeh ji aliyê ULB, MAF-DAD (Association for Democracy and İnternational Law) ELDH (European Association of Lawyers for Democracy and World Human Rights), IADL (International Association of Democratic Lawyers), Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Enstîtuya Kurd a Brukselê ve tê destekkirin.
‘Êriş aştî û aramiya li herêmê dikin hedef’
Di nameya vexwendinê de hat destnîşankirin ku gelê Kurd, Ereb, Êzidî û Xiristiyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, bi rêgezên demokratîk li ser esasê wekheviya zayendî, cihêrengiya çandî û edaleta civakî bi hev re dijîn. Di nameyê de hat diyarkirin ku ev modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî piştî sala 2018’an bûye hedefa êrişên leşkerî yên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê Artêşa Millî ya Sûriyeyê û hat gotin ku van êrişan atmosfera aştî û aramiyê ji holê rakirine.
Sûcên ku dewleta Tirk kirine
Di nameya vexwendinê de sûcên ku dê dadgeh lêkolîn bike wiha hatin rêzkirin:
-Bi zanabûn qetilkirina sivîlan
- Bi sûîqestan hedefgirtina rojnamevan û siyasetmedaran
- Hedefgirtina binesazî û avahiyên ku ji aliyê sivîlan ve ji bo lê bijîn tên bikaranîn. (Dibistan, nexweşxane, elektrîk, gaz, petrol û stasyonên avê. Stasyona Avê ya Elokê ku avê dide milyonek mirovên li Hesekê, bû hedefa êrişên dewleta Tirk)
- Bikaranîna çekên qedexekirî (di êrişên dagirkeriyê de fosfora spî hat bikaranîn)
- Îşkence û muameleyên dermirovî
- Ji ber nasnameya çandî, nijadî û olî sivîl hatin revandin û muameleyên xirab li wan hat kirin
- Li dijî Kurdan bi awayekî sîstematîk zext hatin kirin
- Bi darê zorê koçberkirin (Li Efrîn, Serêkaniyê û herêmên din sivîlan dan koçberkirin)
- Li dijî jinan bi awayekî sîstematîk zext, qetilkirin û destavêtin
- Ji bo têkbirina pêkhateya civakî hedefgirtina pêşengên jin û parêzvanên mafên jinan.
- Wêrankirina cihên pîroz û mîrateyên çandî yên Êzidiyan.
Nameya vexwendinê ji aliyê Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Ewropayê Medya Abdah, ji MAF-DAD'ê Heîke Geisweîd û ji ELDH'ê Ceren Ûysal ve hat îmzekirin.”
Bernameya Dadgehê
Roja 1’emîn: 5’ê Sibata 2025’an
09:00- 09:30: Qeydkirin û rûniştina pêşî
09:30- 09:45: Danasîna endamên dadgehê
09:45- 10:15: Axaftina vekirinê ya dozgeriyê
10:15- 12:30: Rûniştina yekemîn a dozê
Saet 13:30-15:00: Rûniştina 2’yemîn a dozê
15:15- 17:50: Rûniştina 3’yemîn a dozê
Roja 2’yemîn: 6’ê Sibata 2025’an
09:00- 09:30: Amadekirina roja 2’yemîn
Saet 09:30- 10:30: Rûniştina 4'emîn (têkildarî sûcên hatine kirin)
10:50- 12:30: Rûniştina 5'emîn a dozê
Saet 13:30-15:00: Rûniştina 6’emîn a dozê
15:00- 15:30: Axaftina girtinê ya dozgeriyê
15:30- 16:00: Di çarçoveya hiqûqa Tirkiyeyê de hesabpirsîn û analîza hiqûqî
16:00- 17:30: Muzekereyên dadgehê
17:30- 18:00: Encamên destpêkê