Li Bokanê pêşanegeha pirtûkan

Pêşanegeha pirtûkan a Bokanê di navbera rojên 4-15’ê Gulanê de li salona Sîmûrg hat lidarxistin û di Pêşanegehê de berhemên werger û nivîskarên jin ku bi zimanên Kurdî û Farsî hatine nivîsandin hatin pêşandan.

ŞEBNEM RAHÎMZADE0

Bokan – Tevî kêmaniya nivîsandin û xwendinê, sansura dijwar û bihayê zêde yê pirtûkan jî Pêşanegehên pirtûkên xwecihî hê jî ji bo hezkiriyên wêjeyê cihê serdanê ne. Yek ji van pêşanegehan jî pêşengaha pirtûkan a Bokanê ye, di navbera rojên 4-15’ê Gulanê de li salona Sîmûrg hat lidarxistin. Di pêşanegehê de gelek berhemên cuda yên bi zimanê Kurdî û Farsî hatin pêşandan. Pirtûkên li ser dîrok, raman, aborî, ziman, zarok û yên der barê pirsgirêkên jinan de tevî bihayê zêde jî bi kêmkirina bihayê wan pêşkêşî kesên tên serdanê tên kirin û piraniya beşdaran ji jinan pêk tên.

Jin dinivîsînin werger dikin û diguherînin

Di nava pirtûkên hatin pêşkêşkirin de, rêjeya berhemên ku der barê jinan de û ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin balê dikşîne.

Nivîskar Ovîn A. der barê pirtûkên jinan û rewşa qada wêjeyê ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de got: “Niha ne tenê xwendevan, nivîskar jî krîzan dijîn. Bi taybetî gelek berhemên ku pirsgirêkên jinan digrin dest destûr nayê dayîn werin weşandin. Yek ji xebatên me yên destpêkê ew e ku em ji wêjeya cîhanê werger bikin. Ev li ser civak û jinan bandoreke cidî dê çêbike. Di vê pêşanegehê de pirtûkên hatine wergerandin hene. Jin bi nivîs û xwendinê tabûyên xwedî kokên dîrokî hildiweşînin. Her xebata ku di vê qadê de hatiye kirin, têkoşîneke girîng e.”

Ji Fallacî heta Forough jinên ku pirtûkên wan tên xwendin

Li standên cuda yên pêşanegehê, nivîskarên bi nav û deng ên cîhanê hene. Mînak berhemên weke Oriana Fallacî û Hannah Arendt û çîrokên jiyana jinên serkeftî balê dikşînin. Li gorî erkdarên standê, xwendevanên van berheman, piranî ji nin û rêjeya firotinê jî gelek zêde ye. Ji nivîskarên Îranê, pirtûkên Pûne Mogîmî û berhemên roman û helbest ên Furûx Ferûxzad  herî zêde di pêşanegehê de tên firotin.

Nivîskarên jin bi şêweyek zelal zimanê dayikê diparêzin

Di nava pirtûkên ku bi Kurdî hatine nivîsandin de, ji nivîskarên jin ên Rojhilat Leyla Behrambeygî, Hetaw Xurşîd, Mehpare Lahîcanî, Leyla Nûranî û berhemên din cihekî taybet digrin. Her çendî hejmara wergerên bi Kurdî kêm jî be, ji bo berhemên heyî girseyek baş heye. Bi taybetî di qada wêjeya zarokan de gelek jinên ku dixebitin, ji bo teşe bidin pêşeroja civakê, bi zimanekî baş hewl didin zimanê dayikê biparêzin, li ser çand û dîroka herêma Rojhilat û Mukriyanê dinivîsînin. 

‘Ji ber sansurê hinek nivîskar beşdar nebûne’

Di pêşangehê de kêmaniya berhemên gelek nivîskarên serbixwe tê hîskirin. Berhemên ku di rêza sansurê de mane, destûra weşanê negirtine, yek ji sedemên vê valahiyê ye. Ovîn A. li ser vê yekê wiha got: “Li vê derê cihê gelek kesan heye lê belê ew ne li vir in. Pênûsên wan girtî dosyayên wan ji ber sansurê girtî mane. Sala borî, hinek pirtûkên ku di pêşanegehê de hebûn, di vê salê weşana duyem de ji ber ku destûr negirtine îsal tune ne.”