Li Biyarayê du projeyên nû yên geştiyariyê hatin vekirin
Ji bo parastina çand û mîrata Kurdî û di çarçoveya Pêşbirka Gundê Cîhanê ya UNESCO’yê de, li gundê dîrokî yê Biyarayê du projeyên geştiyariyê hatin vekirin.
MÎHRÎBAN SALAM
Biyara – Li Biyarayê, ku bajarek dîrokî û geştiyariyê ya girêdayî parêzgeha Helebceyê ye li başûrê Kurdistanê ye. Du bi amadebûna xelkê herêmê, parêzgarê Helebceyê û rêveberê giştî yê geştiyariyê yê Helebceyê, du projeyên geştiyariyê hatin vekirin, da ku bêtir girîngî bidin çand û mîrata Kurdî.
‘Divê deverên geştiyariyê bi materyalên xwezayî bên xemilandin’
Rêveberê Geştiyariyê yê Helebceyê, Çiya Qasim got: “Me du projeyên geştiyariyê li ser budceya birêkûpêk a rêveberiyê bicih anîn; ango bi stratejiya rêya di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de. Parastin dê bandorê li ser xweşikkirina deveran bike, divê em deverên geştiyariyê bi materyalên xwezayî xemilînin.”
Ev salek e ku karê vê projeyê berdewam dike û hemû hewldan ji bo wê ne ku ew bibe gundekî geştiyariyê.