Li Bismilê meş: Heta pêkanîna ‘mafê hêviyê’ dê têkoşîn bidome
Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar ku beşdarî meşa 8'ê Adarê bû, diyar kir ku heta ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan "mafê hêviyê" pêk bê û azadiya wî ya fizîkî misoger bibe, ew ê têkoşînê bidomînin.
Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokratiyê ya Gelan (DEM Partî), bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li navçeya Bismila Amedê meşek li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û gelek jin bi cil û bergên xwe yên gelêrî tevlî meşê bûn. Meşa ku ji Parka Kardeşlîkê destpê kir, heta Mizgefta Akpinarê bi dawî bû.
Di meşê de dovîzên “Bi jina azad ber bi civaka demokratîk ve”, “Em dev ji azadî û têkoşîna xwe bernadin”, “Li dijî tundiyê bêdeng nemîne” û “li dijî tundiya mêran bijî piştgiriya jinan” hat bilindkirin. Di meşê de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “em bêdeng namînin, natirsin, îtaet nakin” û “Pêşengê aştiyê li Îmraliyê ye” hatin berzkirin. Jin di meşê de bi erbane, çepik, tilîlî û stranên Kurdî heta Mizgefta Akpinarê meşiyan.
Li vê derê destpêkê aktîvîsta TJA’yê Emîne Çaynak axivî û got: “Em li ber jinên berxwedêr ên Kurd ên ku me gihandin vê qonaxê, serê xwe ditewînin. Hûn ê her dem ronahiya jiyana me bin.” Emîne Caynak bal kişand ser tundî û komkujiya ku li dijî jinan tê meşandin û bi lêv kir ku li hemberî vê yekê li her derê ew ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.
‘Em ê nasnameya xwe biparêzin’
Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn axaftina xwe bi pîrozkirina 8’ê Adarê dest pê kir û diyar kir ku 8’ê Adarê meşaleya serhildanê ye, li dijî tarîtiyê hatiye pêxistin û got: “Îro em li vir in da ku li hemberî tu zextan serî netewînin. Jin bi sedan sal in têdikoşin û daxwaza mafên xwe dikin. Ev têkoşîn ne tenê ji bo jinan e, ji bo her kesê ku edalet û demokrasiyê dixwaze ye. Berxwedan di bîranînên jinan de dijî û hevgirtin hêza herî mezin a jinan e. Em ê mafê jiyanê, keda jinan û nasnameya wan biparêzin. Em ê keda xwe ji bo civakek wekhev û demokratîk bidomînin.”
‘Her şer qirkirina jinan e’
Herî dawî Çîgdem Kılıçgun Uçar diyar kir ku ew di bin şert û mercên şer ên dijwar de 8’ê Adarê pîroz dikin û got: “Destwerdana Amerîka û Îsraîlê li Îranê û bombebaranên tolhildanê yên Îranê tenê tiştekî nîşanî me didin; amûra herî bihêz a serdestiya mêr şer e. Bi riya vî şerî, ew serdestiya mêran ji nû ve destnîşan dikin. Ev şer di heman demê de kiryarên kuştina jinan in. Jin di şeran de yên herî bêparastin in. 43 xwendekarên jin di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan. Her şer qirkirina jinan e. Ji bo li dijî qirkirina jinan rawestin, têkoşîna jinan, hevgirtina wan û refleksa me ya azadiyê ya bêhempa 'Jin, jiyan, azadî' girîng e.”
‘Pêdiviya jinên Kurd bi kesek ku wan rizgar bike tune ye’
Çîgdem Kılıçgun Uçar bi bîr xist ku par herî kêm 400 jin hatine kuştin, tenê di meha Çileyê de 22 jin hatine kuştin û mirina 15 jinan bi gotinên “mirinên gumanbar” hatine tomarkirin û wiha domand: “Li Bismilê Evîn Demîrtaş û Gurbet Yalçinkaya ji aliyê kesên herî nêzî wan ve hatin qetilkirin. Herî dawî li Bismilê keçek 15 salî întihar kir. Ji kengî ve zarok li vî welatî întihar dikin? Ji kengê ve kuştina jinan ewqas normal bûye. Cewherê vî şerê taybet wisa ye ku rêzefîlmek televîzyonê bi navê 'Hezkiriyê min tu yî’ heye. Ev rêzefîlmên televîzyonê ne ku leşkerên ji bo Kurdistanê tên şandin wekî rizgarkerên jinan tên pêşkêşkirin û jin tên bêqîmetkirin. Werin em nîşan bidin ka jinên Kurd çawa xwe azad kirine. Jinên Êzidî bi parastina xwe azadiya xwe bi dest xistin. Werin em Rojava bi bîr bînin ku jinan li dijî çeteyên DAIŞ'ê çawa şer kirin. Jinên Kurd hewceyî rizgarkerekî nîn in. Jinên Kurd xwedî têkoşînê ne, pê serbilind in, têkoşîna bi kok di ziman, çand û dîroka wan de ye; tiştê ku ew hewce ne berfireh bikin ev têkoşîn e. Jinên Kurd wê vê têkoşînê li malên xwe, li kolanan û di nava partiyên xwe de berfireh bikin.”
‘Heta mafê hêviyê bê mîsogerkirin’
Çîgdem Kılıçgun Uçar di dawiyê de bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi banga birêz Ocalan re, zemîna siyasî ji bo pêşkêşkirina pêşerojek demokratîk û azad ji bo jinan li vî welatî ji nû ve derketiye holê. Banga ji bo aştî û civaka demokratîk di serî de ji bo jinên ku kolanan neterikandin bû. Di hemû rojên ku em li kolanan bin de, em ê berdewam bikin ku banga têkoşîna ji bo aştî û azadiyê biparêzin. Em heta mafê hêviyê û azadiya birêz Abdullah Ocalan bi dest nexin em ê têkoşînê bidomînin.”
Daxuyanî piştî xwendina helbestê bi çepikan bi dawî bû.