Li Binarê Qendîlê Evîn Goyî û hevalên xwe hatin bibîranîn

Li Binarê Qendîlê bi beşdariya welatî û nûnerên saziyên sivîl, Evîn Goyî û hevalên wê ku di Komkujiya Duyemîn ya Parîsê de hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn.

Binarê Qendîl – Li Binarê Qendîlê bi boneya salvegera duyemîn a Komkujiya Parîsê, çalakiyek bîranînê  ji aliyê Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê, Meclîsa Jinan û Şaredariya Binarê Qendîlê ve hat lidarxistin. Di çalakiyê de nemirên Komkujiya Duyemîn ya Parîsê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Ebdurrahman Kizil ku di 23’yê Kanûnê di encama êrîşek hovane de hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. Kiryar û hêzên li pişt êrîşê jî bi tundî hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de piştî deqeyek rêzgirtin, daxuyaniya hevpar a navenda Rêveberiyên Binarê Qendîlê hate xwendin.

‘Evîn Goyî sembola ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû’

Di daxuyaniyê de jiyan û têkoşîna Evîn Goyî ya 34 salan, wekî sembolek cîhanî ya felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ku dengê azadiyê ji çiyayên Kurdistanê gihand Ewropayê, hat vegotin.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Şehîd Evîn ne tenê cengawerek bû. Belkî ew rêbazeke şoreşgerî bû ku li gundê Hîlal û Botanê dîrokeke serwer da destpêkirin, li Rojava li dijî terorîzma DAIŞ’ê şer kir, li Parîsê bû dengê wîjdana mirovahiyê û rêya Sakîne Cansiz domand. Komkujiya Parîsê êrîşek li ser îradeya miletek bû ku têkoşîna xwe ya azadiyê dike. Xwîna pak a şehîdên Komkujiya Parîsê, dê bibe bingeha têkbirina faşîzm û dagirkeriyê.”

Di dawiyê de, soza ji nemiran re hate nûkirin ku meşaleya têkoşîna Evîn Goyî heta ku azadiya temamî pêk were, li çiyayên Kurdistanê geş bimîne. Merasîm bi dirûşmên wekî “Şehîd Namirin” û “Bijî Berxwedana Jinên Azad” bi dawî bû.