Li Bexdayê jinan têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kirin
Li Iraqê jinan li dijî tundiya li ser jinan rûniştinekê diyalogê lidarxistin. Jinan bal kişandin tundiya ku di her milê jiyanê de kûr dibe û anîn ziman ku li dijî tundiyê têkoşînekê hevgirtî ya jinan divê.

RECA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Rêxistina Vejîna Jîngehê li ser girîngiya mekanîzmeyên parastin û pêşîgirtina li guhartinên avhewa û jîngehê yên bandorê li jinan dikin, bi hevkariya Tora Jinên Iraqê li Bexdayê rûniştinek diyalogê di bin slogana "Têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan: Berpirsyariyek neteweyî û civakî ye" lidar xist.
Seroka Rêxistina Vejîna Jîngehê û endama Ofîsa Rêveber a Sendîkayên Iraqê Intîsar Cebar Ajîl bal kişand ser girîngiya peymana navneteweyî ya hejmar 190 û pêşniyara hejmar 206 a li ser peymana li dijî tundiyê û tacîzê li cîhanê û wiha got: "Ev peyman ji aliyê kongreya navneteweyî ya Kedê ve hatine dengdan. Her çiqas pejirandina vê peymanê piştî têkoşîn û zextên rêxistinên sendîkayên navneteweyî û zextên rêxistinên civaka sivîl, ji ber tundiya zêde pir dereng hatibe jî, Iraq yek ji wan welatan bû ku dengê xwe da vê peymana ku gelek valahiyên di qanûnên neteweyî yên têkildarî mafên karkeran de tijî dike.”
'Guherîna avhewayê barê jinên gundan girantir dike'
Intîsar Ajîl li ser guherîna avhewayê û bandora wê ya li ser jinan kir û wiha axivî: "Bandora guherîna avhewayê li ser jinên Iraqî bi taybetî jinên gundan herî zêde bandor dibin. Ji ber ku jinên gundan pir zêde xwe dispêrin karê çandiniyê û bi xwedîkirina ajalan dahata xwe dikin. Lê kêmbûna baranê û kêmbûna erdên çandiniyê bûye sedema kêmbûnek berbiçav a di çalakiyên çandiniyê de, ku aramiya wan a aborî û debara wan xerab dike. Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî û UNICEF’ê, Iraq di nav pênc welatên herî xeternak ên li seranserê cîhanê de li hember guherîna avhewayê ye."
Adetên ku tundiyê li dijî jinan dimeşînin
Perwerdekar û lêkolînera mafên jinan û endama berê ya Tevgera Civakî ya Demokratîkê Îman El-Sehlan diyar kir ku cudakarî û tundiya li dijî jinan zirarên fîzîkî, psîkolojîk, aborî û civakî çêdike, ev jî bandorek neyînî li ser zarok, malbat û civakê dike. Îmal El-Sehlan sedemên meşandina tundiyê wiha anî ziman: "Kevneşopî û adetên civakê ku jinan biçûk dibînin û wan wek xizmetkarên mêran dibînin, her wiha zewaca bi temen biçûk û sunetkirin jî dihêlin ku jin rastî tundiyê bên. Di heman demê de pêkneanîna zagonan jî dihêle ku rêjeyên tundiyê zêdetir bibin û jin ji mafên xwe bêpar dimînin. Peyman û rêkeftinên navneteweyî çarçoveyek yasayî û ehlaqî ji bo parastina jinan û pêşxistina mafên wan li seranserê cîhanê pêk tînin. Berpirsyariya hikûmetê ji bo pêkanîna van rêkeftinan girîng dibînin."
'Bihêzkirina jinan pêşxistina civakê ye'
Dîzaynera modayê Sabîha El-Samraî rola girîng a ku divê medya bilîze bilêv kir û got: "Di balkişandina ser pirsgirêkên tundiya li dijî jinan de bi rêya hilberîna berhemên sînemayî û televîzyonê û pêşkêşkirina pirsgirêkên ku jinên rastî îstîsmarê tên, gelek girîng e. Ev yek ji bo bilindkirina hişmendiya civakê, ji bo guhertin û sererastkirina hinek reftarên neheq ên li dijî jinan û ji bo ku dengê wan ji rayedarên têkildar re were bihîstin, bi daxwaza çareseriyên bibandor û jiholêrakirina tundiya li dijî wan. Hêzdarkirina jinan û parastina wan ji tundiyê ne tenê di pêkanîna edaleta civakî de dibe alîkar, di heman demê de gaveke girîng e ji bo pêşxistina civakê jî."