Li Bexdayê ji bo parastina jinan ji agahiyên şaş ên medyayê rûniştinek hat lidarxistin
Jinên beşdarî rûniştina li Iraqê hat lidarxistin bûn, bal kişandin ser girîngiya hevkariya rêxistinan ji bo derbaskirina valahiyên di nava civakê de û destnîşan kirin ku jinan bi riya van rûniştinan qada dengê xwe bidin bihîstin ava kirine.
RECAA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Di çarçoveya çalakiyên mehane yên Salona Çandî ya Jinan de, bi hevkariya Projeya ‘Ta’ ya ji bo bihêzkirina rola jinan û Yekîtiya Kar a Mala Revan a Polîtîkayên Giştî ya Iraqê, roja 16’ê Gulanê bi sernavê ‘Rastî kî dihilberîne?’ rûniştina çandî hat lidarxistin. Di rûniştinê de çawaniya parastina jinan ji agahiyên şaş ên medyayê û rêbazên ku dibe alîkar agahiya rast û şaş ji hev cuda bikin hatin nîqaşkirin.
Rûniştina ku moderatoriya wê ji aliyê dîrektora projeya ‘Ta’ Dr. Shad Al-Rubaie ve hatî kirin, dîrektora Mala Çandî ya Suse Sara es-Sarraf û dîrektora Mala Polîtîkayên Giştî ya Revak Sara Sabah wek mêvan cih girtin. Di rûniştinê de agahiyên şaş ên jinan dikin hedef çawa tên hilberandin, rola medyayê ya derxistina rastiyan û avakirina hişyariya civakî, berpirsyariya meşandina kampanyayên hişyariyên bi bandor a saziyên pê bawer û kêrhatiyên pratîk ku bibe alîkarê kontrolkirina rastiya agahiyan hatin destgirtin.
‘Naverokên bê kalîte û kêmaniya rastiya sedema bihêzkirina agahiyên şaş in’

Rêvebera Mala Çandê ya Suse Sara es-Sarraf wiha got: “Em nikarin bi teqezî bibêjin, ji ber valahiya mezin a di amûrên têkiliya medyaya dîjîtal de, bi awayek sîstematîk agahiyên şaş tên belavkirin. Niha her kes dikare bi riya ekran û platformên xwe nûçeyan biafirîne û biaxive. Pirsgirêka bingehîn ew e ku mirov bizanibe kî diaxive û kî nûçeyan belav dike. Tu aliyekî ku bi bi belavkirina agahiyên şaş ên sîstematîk were sûcdarkirin nîn e. Ji ber medyaya dîjîtal hemû dinyayê dagir kiriye û ketiye hemû qadên jiyanê. Em jî parçeyek vê ne. Ji ber vê yekê kontrolkirina vê mijarê gelek zor e.”
‘Şaşî tê hilberandin’
Sara es-Sarraf wiha domand: “Gelek pirsên der barê ku dîmenên xwedî naverokên kalîteya wan kêm çima tên belavkirin de hene. Sedemên wê ew in ku mirov gelek caran tiştê herî asan herî neasayî temaşe dikin. Her çendî naverok nebaş be jî ji aliyê her temenê mirovan ve tê şopandin û hişmendiya ku weke civaka rast ev e tê avakirin. Di rastî de ne wisa ye. Şaşî jî bi vî awayî tê hilberandin. Her wiha jinên ku li ser medyaya dîjîtal berhemên tîcarî didin nasîn, weke bazerek ku berheman pêşan dide tê dîtin. Ev jî li dijî zarokên keç û ciwanan awayekî din ê şêwedayîn û şaşkirinê ye.”
Sara es-Sarraf da zanîn ku ev cureyê belavkirina agahiyên şaş, ne tenê li Iraqê li her cihê heye û got: “Mirovên ku li ser medyaya dîjîtal behsa mafan dikin û balê nakişînin ser berpirsyariyan hene. Behsa pêşeroja pîşeyî û pêşxistina kes nakin. Tenê bala xwe didin wê ka dê çawa pere qezenc bikin û bibin xwedî serwet. Tişta herî girîng ku divê em di ferqa wê de bin, ew e ku beriya em ji kesê diaxive bawer bikin bizanibin kî ye. Ji ber ku gelek caran balê nadin aliyên wê yên din. Mînak we xwe pêş xistiye? Bi vî awayî dikare hevsengî ava bibe.”
Girîngiya hişyariyê
Sara es-Sarraf bal kişand ser girîngiya hişyariyê û da zanîn ku ev berpirsyarî li ser milên hemû saziyên civaka sivîl e û got: “Di têkoşîna li dijî vê diyardeyê de, di destên me de ji derveyî hişyarî û diyalogê tu çekek din nîne. Ev ji em dikarin bi rêya rûniştin û semîneran bikin.”
Sara es-Sarraf bal kişand ser girîngiya pabendbûna çapemenî û medyayê bi rêgezên pîşeyî û da zanîn ku divê medya bêalî be, agahiyên şaş belav neke û qada tirsê nede avakirin. Di ragihandina agahiyan ji bo gel de li gorî rêgezên rast tevbigerin, yek jî rêgezên bingehîn ên exlaqê pîşeyî ye.
Sazî di parastina jinan ji agahiyên şaş de hevkarên bingehîn in

Rêveberiya Mala Revak Sara Sabah diyar kir ku divê jin ji agahiyên şaş bên parastin û da zanîn ku îro her jinek nûnertiya sazî û pergala tê de dixebitin dike û got: “Gelek jin rastî gotinên di nava saziyan de û kampanyayên şaş ên medyayê tên. Li vê derê pirsa bingehîn ew e ku sazî çawa dê ji heqê vê diyardeyê derbikevin û jin dê ji şaşiyên ku rastî tên çawa werin parastin.”
Sara Sabah îfade kir ku Navenda Revak balê dikşîne ser girîngiya kêrhatî û hêza jinan û rola wan a di nava civakê de got ku jin kevirê bingehîn ê avakirina malbat û civakê ne.
‘Divê em agahiyên rast belav bikin’
Sara Sabah bal kişand ser rola saziyan di teyîsandina pirsgirêkên jinan de û diyar kir ku sazî li gorî platformên dîjîtal xwedî pergalek hê cidî tire û got: “Sazî piştî ku nûçeyan piştrast dikin di weşînin, li beramberî vê di platformên medyaya dîjîtal de hinek caran nûçe û agahî bêyî lêkolînên baş werin kirin tên belavkirin. Her wiha sazî bi kûrahî nûçeyan analîz dikin û bi awayek rast digihîje agahiyan û xwedî kontrolkirinê ye.”
Sara Sabah xemgîniya xwe anî ziman ku hinek sazî xwedî platformên medyaya dîjîtal in û ‘bi leza bazarkirinê’ naxebitin û got: “Îro rola me, her çendî hejmarek zêde ya şopînerên me nebin jî divê em malbat û kesan hişyar bikin ku bêyî piştrastkirina agahiyan, parve nekin.”
Sara Sabah her wiha girîngiya hevkariyên di navbera rêxistinan ji bo tijekirina valahiyan û çareserkirina zoriyên ku civak rastî tên û îfade kir ku ev rûniştin, hewldan û kampanya ji bo jin bikarin bi riya platform, rixstin û saziyên civakê dengê xwe bidin bihîstin qad ava kiriye.
Rûniştin bi nêrîn û sûdên jinên beşdar bûne bi dawî bû. Nîqaşên hatin kirin, riyên têkoşîna bi şaşiyên medyayê û mijara bihêzkirina hişyariya civakî nîqaş dewlemend kir.