Li bexçeyê Yarî yê Helebceyê sebze û fêkiyên xwezayî
Jinên Kurd giya weke derman ji bo gelek nexweşiyan û tenduristiyeke baş bi kar tînin. Bexçeyê Yarî yek ji cihên ku giya û fêkî lî tên çandin e. Jinên Helebceyî diçin nava baxçe giya, sebze û fêkiyên xwezayî û paqij berhev dikin.
MIHRÎBAN SELAM
Helebce – Jinên Kurd ji ber çanda xwezayî û têkiliya bi axê re di xwarinê de zêdetir girîngî didin giyayan. Ji ber wê jî berê xwe didin nava baxçeyan û bi destên xwe hem giya diçînin, hem jî jêdikin. Yek ji wan baxçeyan baxçeyê Yarî ye ku zêdetir 22 cureyên giya tê de hene û jin bi destên xwe ji bo şîfayê giyayan kom dikin.
Du mînak li ber destên me ne, jinên ciwan û jinên bi temen ku ji berê girîngî dane giyayan, dizanin ku ji bo xwarinê çiqas bi sûd in. Nûş jinek e ciwan e ji ajansa me axivî û got: “Piştî min dîmenê der barê baxçeyê Yarî yê ku tije sebze û fêkî bû, bi malbata xwe re me serdana baxçe kir.”
‘Giyayê ku li bazaran tê firotin dibe sedema xirabûna hormon û nexweşiyan’
Nûş bi malbata xwe re ji bo giya hatiye wiha got: “Giyayê bazarê mirov nizane çawa çêdibe lê belê ev giya nû ne û xwarina wan ji bo tenduristiyê baş e. Giyayên din dibin sedema xirabûna hormonan lê belê li vê derê em bi destên xwe giya kom dikin û ji paqij û xwezayîbûna wê bawer in. Bila malbat bawerî bi berhemên derve neynin û nekirin.”
‘Giya ji bo derman tên bikaranîn’
Selma Qadir Mihemed jinek bi temen e. Ji bo ku giyayê paqij bikire ji riyeke dûr hatiye wiha dibêje: “Ji ber ev giya bi tendurist in, girîng e hemû kes bi kar bînin, ne weke yên din qirêj in. Ev giya ji berê ve weke dermanên kurdewerî tên bikaranîn lê divê cihekî paqij hebe ji ber wê giya dermanên Kurdwarî ne û divê hemû jin girîngî bidin berhemên xwezayî da ku xwe ji nexweşiyan biparêzin.”