Li Bendava Tişrînê 8’ê Adara jinan: Bi tîlîliyan bersiv didin êrişan

Jinên ku li Bendava Tişrînê ji bo parastina av, ax û enerjiya xwe nobetê digirin 8’ê Adarê di 60’emîn roja berxwedana bendavê de pêşwazî dikin. Jinan bi tîlîlî û dirûşmên Jin Jiyan Azadî bersivê didin êrişan.

Tişrîn – Îro, berxwedana Bendava Tişrînê derbasî roja xwe ya 60’an dibe. Hemwextî wê jî îro li seranserî cîhanê jin 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê bi coş û kelecaneke pir mezin bi peyamên bilindkirina asta têkoşînê pîroz dikin. Lê em jibîr nekin ku îro jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li ser Bendava Tişrînê nobedariyê dikin jî hene. Jinên ku di cihê herî xeter de ne li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li kêleka parastina enerjî û ava xwe xwestin 8’ê Adarê jî pîroz bikin.

Di heman kêliyên pîrozkirinê de jî dewleta Tirk a dagirker ku zêdetirî 3 meh in dixwaze Bendava Tişrînê dagir bike lê nikare û hêza wî li hember hêza gelê şoreşger yên ku şerê gelê şoreşgerî di nav her kêliyekê de pêk tê, têk diçe. Tevî ewqas bombebaranên ku derdor û Bendava Tişrînê hedef digre, jin bi îsrar bûn ku çend kêliyan jî be milên xwe bihejînin û kêfxweşiya xwe bînin ziman.

Jinên ku bi tilîliyan û berzkirina silogana ‘Jin Jiyan Azadî’, û ‘Berxwedan Jiyan E’, û ‘Bijî berxwedana QSD’ê’ bersiva bombebaranên dagirkeriya Tirk didin, ji ajansa me re axivîn.

Cara sêyemîn e ku bi temenê xwe yê 57 salî berê xwe dide Bendava Tişrînê

Şaha Berces a 57 salî ku ji Amûdê duh cara sêyemîn e berê xwe da ye bendavê wiha got: “Em ê heta dawî jî bendava xwe biparêzin. Berxwedana me jiyan e. Berxwedana me azadî demokrasî, aştî û aramî ye. Hun bi çavên xwe dibînin ku dewleta Tirk a dagirker çawa derdora Bendava Tişrînê bombebaran dike û êrîşên xwe li ser me ranawestîne. Lê em bendavê bernadin, ji ber ya me ye, cihê ceyran, av û axa me ye. Bi boneya 8’ê Adarê ez cejna jinan li Rêber Abdullah Ocalan, gaziyên şer pîroz dikim û şehîdên bendavê jî bibîr tînim.”

‘Ji bo me 8’ê Adarê rojeke nêzî azadî û serkeftinê ye’

Şaha Berces da zanîn ku ew ê her roj li ser Bendava Tişrînê bikin 8’ê Adarê û wiha pêl da gotina xwe: “Ji bo me 8’ê Adarê rojeke nêzî azadî û serkeftinê ye. Em ê rojên xwe hemû bikin rojên 8’ê Adarê. Em dest ji doz û mafê xwe bernadin. Heta ku em Rêber Apo fîzîkî azad nekin û demokrasî, aştiyê û azadiyê misoger nekin em ê dest ji têkoşînê jî bernedin. Cara sêyemîn e ez têm Bendava Tişrînê, ji lewra heta xeterî li ser bendav û şervanên me yê rûmeta mirovahiyê diparêzin hebe, em ê jî li vir bin.”

Şaha bi berzkirina silogana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku felsefeya têkoşîna jinan a serdema 21’an ye, careke din soz û girêdanbûna xwe bi axê û şervanan re nû kir.

Li cihê hevrêya wê ya têkoşînê hat qetilkirin 8’ê Adarê diyarî giyanê wê dike

Ji pêşengên Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Menîce Heyder a ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker li ser Bendava Tişrînê di dîroka 18’ê Çileyê de hat hedefgirtin, jiyana xwe ji dest dabû. Hevrêya Menîce Fatima Hewas a ku cara duyemîn beşdarî berxwedanê dibe axivî.

Fatima Hewas a ku bû şahida şehadeta hevrêya xwe Menîce xwest ku 8’ê Adara îsal li Bendava Tişrînê li cihê ku hevrêya wê ya têkoşînê a bi salan bihevre xebat kirine pîroz bike. Fatima wiha axivî: “Ez 8’ê Adarê li giyanê Menîce û giştî jinên cîhanê pîroz dikim. Em ji vir berxwedana şervanên YPJ/QSD’ê ji dil silav dikin û 8’ê Adarê li wan pîroz dikim. Heta ku ev êrîş ranewestin em ê jî ranewestin û ger jinek jî ji me bimîne em ê dest ji bendava xwe ya ku bûye sembola rûmetê berndin.”