Li Belçîkayê ji bo bîranînê peykerê Jîna Emînî hat çêkirin
Bi hewldana Komîteya Jin Jiyan Azadî ya Belçîkayê, li Brukselê, ji bo bîranînê peykerê Jîna Emînî hat çêkirin.

Navenda Nûçeyan- Komîteya Jin Jiyan Azadî ya Belçîkayê, bi wesîleya salvegera qetilkirina Jîna Emînî li ser Cadeya Woluwe St-Pierre a paytext Brukselê peykerê Jîna Emînî çêkir.
Di merasima ku ji bo vekirina peyker hat lidarxistin de wiha hat gotin: “Em bi çêkirina peykerê jineke Kurd li taxa xwe rûmedar bûn lewre Jîna Emînî sembola serhildana Jin jiyan azadî ye.”
Di axaftinên li cihê merasimê de serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin. Di dawiya merasimê de balonên kesk, sor û zer hatin firandin.