Li Başurê Kurdovana Sûdanê binpêkirinên li dijî sivîlan didomin

Di encama bombebarana li ser taxên niştecih ên bajarê Dîlinc de, 7 kesên di nav wan de zarokek jî heye hatin kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Sudan ji Nîsana sala 2023’an ve yek ji tundtirîn şerên dîroka xwe ya nûjen dibîne. Bi van şer û pevçûnan re, rewşa mirovahî bi awayekî bêhempa xirab bû. Bi 10 hezaran kes hatin kuştin û milyonan sivîl koçber bûn. Ji ber ku çareseriyek siyasî ya ku xwînrijandinê rawestîne û aramiyê vegerîne tuneye, ji binpêkirinên li dijî gel berdewam dikin.

Tora Bijîşkên Sûdanê ragihand ku di encama bombebarana li taxên niştecihan ên bajarê Dîlinc a li Başurê eyaleta Kurdovanê hat kirin de, 7 sivîlên ku di nav wan de zarokek heye hatine kuştin û 13 kesên ku 3 jin jî di nav wan de ne, birîndar bûne. Torê angaşt ku ev bombebaran ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) û bi wan re hevpeyman Tevgera Gel-baskê el-Hilu ve hatiye kirin. Hat gotin ku ev êrîş di nav gelê herêmê de tirs û panîkeke mezin çêkiriye.

Hedefgirtina herêmên niştecihan binpêkirineke eşkere ye

Torê di daxuyaniya xwe ya ku duh weşand de diyar kir ku ev bombebaran beşek ji êrîşên dubare ne ku ji Cotmeha 2025’an ve li eyaletên herêma Kurdovan têne dîtin. Hat gotin ku ev êrîş encama pevçûnên berdewam ên di navbera Artêşa Sudanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armancgirtina herêmên niştecihan binpêkirineke eşkere ya mafê mirovî yê navneteweyî ye, ku êrîşên li dijî sivîlan qedexe dike.

Li hember binpêkirinan bêdengî nabe

Tora Bijîşkên Sudanê berpirsyariya temam ji bo kuştina jin û zarokan danî ser milê rêbertiya Hêzên Piştgiriya Lezgîn û Tevgera Gel. Her wiha ji civaka navneteweyî, saziyên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan xwest ku bi lez mudaxele bikin da ku êrîşên li dijî sivîlan rawestînin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê li hember van binpêkirinên dubare bêdengî neyê kirin, ji ber ku ev êrîş gelê herêmê bi zorê dike koçê û rewşa mirovahî zêdetir xirab dike.

Di daxuyaniyê de her wiha hate bibîrxistin ku berê jî desthilatdarên Sûdanê û rêxistinên mafên mirovan Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi armancgirtina avahiyên sivîl tawanbar kiribûn. Lê ev hêz van tawanbaran red dikin û dibêjin ku ew ji bo parastina sivîlan dixebitin.

Şeran alozîyên mirovî li cîhanê kûrtir kirine
Di dawiyê de, Tora Bijîşkên Sudanê bibîr xist ku welat ji Nîsana 2023’an ve şahidê şerekî çekdarî di navbera Artêşa Sudanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, ku sedema wê jî nakokiya li ser têkildarîkirina van hêzan a di nav saziya leşkerî de ye. Hat diyarkirin ku ev şer bûye sedema yek ji mezitirîn aloziyên mirovaî yên cîhanê, ku bi dehan hezar kes hatine kuştin û nêzîkî 13 milyon kes bi darê zorê koçber bûne.