Li Başûrê Kurdistanê jinek hat qetilkirin 4 jin jî bi şik mirin
Li Başûrê Kurdistanê ji destpêka salê û vir ve jinek hate qetilkirin, 4 jin bi awayekî bi guman mirin, 2 jin jî di encama êrişê de birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan- Li gorî daneyên ku ajansa ROJNEWS’ê ji nûçeyên di çapemeniyê de derketine berhev kiriye, li Başûrê Kurdistanê di meha Çileyê de jinek hate qetilkirin, 4 jin bi awayekî bi guman mirin û 2 jin jî birîndar bûn.
Li gorî vê yekê bûyerên meha derbasbûyî bi vî rengî ne:
Di 1’ê Çileya îsal de li bajaroka Kelar a navenda îdareya Germiyan, 2 xwişk di mala xwe de ji ber gazê jehrî bûn. Yek ji wan kir, ya din jî birîndar bû.
Roja 3’yê Çileyê li parêzgeha Silêmaniyê jinek di encama bûyerek bi guman de ji ber şewatê mir.
Roja 4’ê Çileyê li parêzgeha Kerkûkê cenazeyê jinek di nav bendava Xase hate dîtin ku bi betaniyekê hatibû pêçan û blokek bi cenazeve hatibû girêdan ku binav bibe.
Roja 6’ê Çileyê li bajaroka Quştepe ya ser bi parêzgeha Hewlêrê jinek Ereb bi şêweyek bi guman mir.
Her wiha roja 7’ê Çileyê li parêzgeha Dihokê keçek 14 salî bi navê Înas Îsa piştî gefên rêveberê dibistana xwe, di encama şewatek bi guman de mir.
Di 24’ê Çileyê de li parêzgeha Kerkûkê jinek bi navê H.Y. ya 38 salî ya ku diya 3 zarokan e, rastî êrîşa bi kezab a hevjînê xwe hat. H.Y. bi awayekî giran birîndar bû.
Li gorî bîlançoyan, par li Başûrê Kurdistanê 51 jin hatin qetilkirin yan jî bi şêweyek bi guman mirin.