Li Başûrê Kurdistanê Jin û Şoreş: Dîrokek nehatî vegotin

Nazenîn Osman dema xwendekara pola 5’an a fakulteya tibê di xwend, kursiyê zanîngehê û pêşerojek ronî li pey xwe hişt û bi çanteyek tije hêvî berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ev ne tenê çîroka jina yekem a bûye pêşmerge ya Başûre, destpêka werçerxek mezine

HÊVÎ SALAH

Silêmanî – Destpêka beşdariya jinan di rêzên pêşmergetiyê de bi xebatên desteka lojîstîk, name û birina dermanan destpê kir. Lê belê di dawiya 1970’an û destpêka 1980’an de jinan çek girtin û di eniyan de cih girtin. Ev gav dihat wateya şikandina tabuya mezin a civakê, ji ber cara yekê bû jin hem li çiya, hem jî di qadên şer de bûn. Salên 1970’an, ji bo Başûrê Kurdistanê demek  têr astengî bû. Bi taybet piştî têkçûna 1975’an û destpêkirina şoreşa nû re, qada siyasî gelek tevlîhev bû. Divê pêvajoyê de jinan li bajaran di xebatê rêxistinkirina veşartî de rola aktîf dilîstin. Wan wek ‘Teter’ di nava çiya û bajaran de diçûn dihatin û agahî û pêwîstî ji bo peşmergeyan dibirin. Jinên ku divê pergala veşartî de cih digirin, rû birûyî xeteriyê cidî yên wek girtin û îşkenceyên ji aliyê rejîma baas ve dihatin. Xebatên wan erkên bi cesaret ên wek belavkirina belavokan, komkirina alîkariyan û veşartina pêşmergeyan li malan bûn. Di roja meya îro de li Başûrê Kurdistanê, herçend  jin bi awayek siyasî di parlemento û hikûmetê de cih bigrin, hê rastî zoriyên cûr be cûr tên. Zêdebûna rêjeya bê kariyê, tundiya dijî jinan û cînayetên jinan ku bi hincetên cûda tên pêkanîn, wek pirsgirêkên civakî didomin.

‘Ez û hevalek xwe em bûn peşmerge’

Nivîskar û wergervan Dr Nazenîn Osman ji ajansa mere axivî û wiha got: “Li Hewlêrê dema ez xwendekar bûm, di destpêkê de ez di yekîtiya xwendekarên partiya Şuî de xebitîm. Piştre pêvajoya  şoreşa Îlonê destpê kir û li dijî êrîşên ser Qeladizê de sekna partiyê gelek nerênî bû. Ji ber wê ez ji wir qut bûm û beşdarî partiya Komele bûm. Beriya biçim zanîngehê jî ez ji malbetek siyasî dihatim. Xwişka min û xalên min di nava vê pêvajoyê debûn. Ev rewş rasterast em birin nava siyasetê û min ji nêz ve terzê wan ê xebatê nas kir. Hemûyan destek dida min û ji bo ez bixwînim ez teşwîq di kirim. Bavê min jî gelek destek dida. Qada malbata me beşdariya min a siyastê asan kir û di mala mede cûdahiya keç û kuran nedihat kirin.”

‘Me berê xwe da çiya’ 

Nazenîna Osman da zanîn ku dema dest bi zanîngehê kir, xebatê rêxistinkirinê dida meşandin û got: “Piştre rêxistina me eşkere bû. Diwê pêvajoyê de xalê min hate darvekirin. Ji ber wê bavê min dizanîn rejîm dê her cûrê tundiyê pêkbîne, destûr da em biçin çiya. Di dawiya 1970’an de rewşa civakê bi taybet rewşa jinan diyar bû. Piştre ez û hevalek xwe û hinek xwendekarên Musilê em bûn Pêşmerge. Ez li nexweşxaneyê di xebitîm, min birîndar derman dikir, pansuman dikir. Dema min dev ji dibistanê berdayî ez xwendekara pola 5’an beşa beytar bûm û hevala min jî di pola 4’an ya tibê debû. Di wê demê de tîmek hate navenda ku em lê û got ku wê bernameyek lezgîn a perwerdeyê bidin. Bi rêya Bijîşkên sînornenas em çûn Fransa û me li wêderê perwerde dît. Lê dema em vegeriyan Kurdistanê, têkiliya di navbera YNK’ê  û Îranê de xirab bû. Ez pêşmergeya YNK’ê bûm, ji ber wê dema me nekarî em bi ser Îranê re vegerin Kurdistanê, em li Sûriyeyê man. Li Sûriyeyê demek cûda destpê kir , ev jî hê zêdetir xebatek siyasî bû, ne jiyana pêşmerge bû. Herdu bi temamî du cîhanên cûda bû. Li bajar di çavderiya dewletê de, ne azad, di nava tirs û veşartinê de dijîn, pirtûkan belav dikirin. Di jiyana pêşmergeyan de azadiyek hebû û nirxê wê azadiyê îro hê baştir tê fêmkirin. Lê di wê demê de jiyana pêşmergeyan gelek zor bû. Bêyî zanîna şertên di dawiya 1970’an ya îro fêmkirin zore. Hertim em dibin xeteriya êrîş û mirinê debûn, jiyana me her di xetereyê de bû.”

‘Dayîk û bavê min di navbera zarokên keç û kurde cûdahî nedikir’
Nazenîn Osaman wiha dom kir: “Ji bo jinan hemû tişt gelek giran bû. Jinên din jî hebûn, lê belê hevjînên wan li gel bûn û helbet ferqek mezin hebû, wan destek didîtin. Ji bo me ne asan bû. Tevî vê jî  di wê dema em bûne pêşmerge de, herçend hinek tişt werin bîra min, demê herî xweş ên jiyana min bû. Jiyanek gelek cûda û ceribandinek gelek dewlemend bû. Dema em li bajar xeyalên meyên derbarê pêşmergetiyê de gelek cûda bû, lê belê dema em çûn wêderê me dît ku rastî û xeyal bûne yek. Bi taybet ji bo jinan hinek zorî hebû, lê belê pêşmergeyan rêzek taybet dida me. Wek min destpêkê gotî, di malbata mede nêzîkatiya wekheviyê gelek bi hêz bû. Dayîk û bavê min ti deman di navbera zarokên keç û kur de cûdahî nedikir. Ev jî wisan dikir ku em bawer bikin ku jin û mêr wekhevin û dikarin hemû xebatan bikin.  Dema perwerdeyek wisa digrin, helbet bandora kesên pêşeng li ser me hebû. Têkoşîna meya neteweyî, li ser jin û mêran bandor hêlaye.”

‘Wê demê hejmara jinên pêşmerge gelek kêm bû’

Nazenîn Osman îfade kir ku di wê demê de bandora tevgerên Filistîn û Cezayîrê li ser Kurdistanê gelek hebû. Tevgera Kurd jî beriya xwe ji hinek welatan, mînak Îranê bandor bûbû û wiha got: “Di wê demê de beşek zêde ya civakê destûr nedida jin bibin pêşmerge. Ji ber wê hejmara me gelek kêm bû. Bi sedan jin dixwestin bibin pêşmerge, lê belê ji ber zextên civakî nebûn. Zextên li ser jinên ku li gorî quralên civakê tevnegeriyan zêdetir bû. Fikrê civakê li ser jinan gelek bi bandor bû û têkoşîna wan a azadiyê wek a roja îro asteng dikir. Wê demê ji ber ez venegeriyam Kurdistanê, min li Sûriyeyê xebat kir. Piştî hevdîtinên 1983’an, em neçar man Sûriyeyê bi terikînin û ez çûm Fransa. Di dema serhildana 1991’an de, ez li Fransa bûm. Îfadekirina tiştên ku min wê demê hîs kirî zore, li derveyî Kurdistanê, ji jiyana li vêderê gelek cûda bû. Dema min serlêdana welatîbûnê kirî, min got niha ez navegerim dema rejîm hate guhertin wê vegerim. Di dema serhildanê de hevjînê min li Kurdistanê bû. Ji ber zarokên min biçûk bû û berpirsyartiya kar, tenê min di mehên havînê de dikarî bibînim. Piştî zarokên min mezin bû, min biryar da, ew li wir man û ez vegeriyam Kurdistanê. Piştî ez vegeriyam, demekê min li Bexda kar kir, piştre ez çûm Koye. Li wêderê got dikarî bibî erkdara perwerdeyê. Bivî awayî min di zanîngehê de dest bi xebatê kir û heta 2016’an ez li wir mam. Piştre ez çûm beşa Beytarî ya zanîngeha Silêmanî. Piştî hevjînê min wefat kir min biryar da teqawît bibim. Mîn xwest hê zêdetir ez dem bi zarokên re xwe derbas bikim.”

‘Em di civaka mêrsalar de dijîn û cihê jinan cûda ye’
Nazenîn Osman da zanîn ku di qada nivîsandina makale û wegeriyê de di xebite û wiha dom kir: “Niha ez li ser hinek karan xebat dikim, lê hê temam nebûye û xebatên min ên li benda weşandinê hene. Em qebul bikin û qebul nekin, em di civakek mêrsalar de dijîn. Tevî vê jî li Kurdistanê cihê jinan, li gorî herêmên din ên Rojhilata Navîn bi awayek dîrokî gelek cûdaye. Dema lêkolînerên rojavayî tên herêmê, lêkolînên dikin de diyar dikin ku jinên Kurd li gorî civakên din xwedî cihek xwesere. Lê belê tevî vê jî civaka me xwedî pergalek mêrsalariye. Herçend di nava jiyana xebat û yên ji zanîngehan mewzûn bûne, rêjeya jinan zêde be jî, hejmara jinan di mekanîzmayên biryargirtinê de gelek kême. Eve rewş encama zîhnyeta mêrsalare. Zimanê ku hinek mêrên olî derbarê jinan de bi kartînin, hişmendiya ku weke ku dema behsa wan dikin tiştek biçûke ava dikin. Ciwan her roj vana dibihîsin û ev rewş bandorê li wan dike. Tevî vê jî rola jinan heye û divê bikevin mekanîzmayên biryargirtin. Ger em bixwazin jin bi bandor bin, divê ev di siyasetê debe. Divê jina di siyasetê de xwedî hêza rast be. Lê belê niha hejmara jinan li gorî ya mêran gelek kême. Li parlementoyê pergala kota anîne û hewldan dengê jinan bê bihîstin. Li gorî zagonan nûnertiya jinan divê herî kêm ji sedî 25’an be. Ev pergal, ji bo jin biçin parlementoyê gavek girînge û sûd da ku dengê wan hê zêdetir were bihîstin. Lê belê cûdahî di navbera pergala kota ya parlementoya Kurdistan û Iraqê de heye.

‘Pêwîstiya me jinan bi têkoşînek bê hempa ye’

Nazenîn Osman di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Kurd hetim dibin gefan dene û hêzên ku hewl didin destkeftiyên me ji holê rakin hene. Ji dîrokê ve jin hem bûne têkoşer û hem jî bûne şoreşger. Welatên derdor hertim xwestine Kurdan bixin bin bandora xwe. Pêwîstiya me jinan bi têkoşînek bê hempa û berfireh heye. Tu maf ji xwe mayînde nabe. Divê em wek Kurd em mafê xwe bi parêzin û pêşbixin. Hertim hêzên mêrsalar ên hundirîn dixwazin rola jinan lewaz bikin, hem jî welatên derdor vê pêvajoyê teşwîq dike. Ji ber wê divê gelek baldar bin.”