Li Başûrê Kurdistanê di meha Hezîranê de 3 jin hatin kuştin
Li Başûrê Kurdistanê di meha Hezîranê de 3 jin hatin kuştin 4 jin jî di dema binçavkirinê de rastî tundiyê hatin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên ku ji aliyê ajansa Rojnewsê ve hatine berhevkirin, di meha Hezîranê de li herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê, 3 jin hatine kuştin û her wiha 4 jin jî di dema binçavkirinê de rastî tundiyê hatine.
Li gorî vê;
Di 2’ê Hezîranê de li taxa Bineslawa ya Hewlêrê jineke ciwan a bi navê Sara Fereydun ku xwendekara dibistana amadeyî bû, neçarî xwekuştinê hatiye kirin.
Di 12’ê Hezîranê de li navenda Îdareya Zaxoyê ya ser bi Dihokê, jinek ciwan a bi navê N.A.E a 26 salî ji aliyê merê pê re zewicandibû ve hat kuştin.
Di 22’ê Hezîranê de jineke ciwan a bi navê Aşna Xesrew ku xwendekara dibistana amadeyî bû, li Îdareya Soran a ser bi Hewlêrê, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Tê gotin ku jina ciwan a bi awayekî guman agir bi bedena wê ketibû, yan jî hatibû şewitandin.
4 jin rastiyê tundiyê hatin
Di 24’ê Hezîranê de li Silêmaniyê 4 jinên mamsote ên bi navê, Şehla Elî, Munîre Ebdulla, Nur Ferîq û Dilsoz Zengene ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve, bêyî ku biryara girtina wan hebe, hatin binçavkirin. Her 4 jin di dema binçavkirinê de, rastî tundûtujî hatin.
Hêjayî gotinê ye li gorî agahiyên ajansa Rojnewsê, di nava 5 mehên ewil ên îsal de, li Herêma Kurdistanê 14 jin hatine kuştin, 10 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane, 2 jî birîndar bûne.