Li Başûrê Kurdistanê 3 jin hat qetilkirin, 3 mirinên bi guman
Li Başûrê Kurdistanê ku qetilkirin û tundiya li ser jinan tê veşartin, li gor daneyên ku ajansa me ji nûçeyên teyisîne ber kev kiriye di mehekî de herî kêm 3 jin hatin qetilkirin, 3 jin bi guman jiyana xwe ji dest dan.

HÊRO ELÎ
Navenda Nûçeyan – Li Başûrê Kurdistanê ku tundiya li ser jinan zêde dibe, ev ji salek zêdetir e daneyên qetilkirinan nayê belavkirin. Wezareta Dadê di 24’ê Adara îsal de ragihand ku şopandina qetilkirinan, bi taybetî qetilkirina jinan hatiye qedexekirin. Hewl tê dayîn tundî û qetilkirina mêr-dewletê ya li ser jinan bê veşartin.
Li başûrê Kurdistanê qetilkirina jinan bi awayek aşkera û guman her ku diçe zêde dibe. Qetilkirin di bin navê namûsê, pirsgirêkên civakê, nexweşiyên derûnî û çend hincetên ne rast ên din de tên veşartin. Ev rewş jî ji ber ferseta mêr a heyî ye.
Li gor daneyên ku ajansa me ji nûçeyên teyisîne ber kev kiriye di mehekî de herî kêm 3 jin hatin qetilkirin, 3 jin bi guman jiyana xwe ji dest dan. 3 jin jî di dema hewldanê qetilkirinê de hatine birîndarkirin. Ji daneyan jî xuya dike ku kiryarê jinan yên herî nêzî wan e.
Di mehek de 9 jin hatin qetilkirin
“* Di 3’yê Tîrmehê de li qezaya Çarqûrne ya ser bi bajaroka Ranyayê ku navenda îdareya wê Raperîn e, jinek bi navê H.R. ya zewicandî bû, bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da.
* Di 5’ê Tîrmehê de jinek bi navê Meryem Sîarvdal a 41 salî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da.
* Şeva 12’ê Tîrmehê li bajarê Hewlêrê, jina bi navê Firşte Sedî, rastî îşkenceya hevjînê xwe hat. Piştre bi zêdeyî 9 gule ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin. Cenazeyê wê jî, avêtin devera Şawisê.
* Di 14’ê Tîrmehê de li taxa Şakel a li qezaya Rizgar a girêdayî bajaroka Kelar a sînorê îdareya serbixwe ya Germiyan, jinek bi navê Z.E. ya 66 salî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da.
* Di 17’ê Tîrmehê de jinek li bajaroka Kelar a navenda îdareya wê Germiyan e, bi 8 guleyan ji aliyê malbata xwe ve hat qetilkirin.
* Di 20’ê Tîrmehê de li bajaroka Şêxan xortek, bi çekê û di mala xwe de, bavê xwe û xwişka xwe qetil kir.
* Di 28’ê Tîrmehê de li herêma Hecî Umran a sînorê îdareya serbixwe ya Soran, mêrek êrîşî malbata hevjîna xwe kir. Di êrîşê de, sê kes birîndar bûn. 2 ji birîndaran jin bûn.
* Di 29’ê Tîrmehê de li qezaya Rizgarî ya girêdayî bajaroka Kelar a girêdayî navenda Îdareya serbixwe ya Germiyanê, jinek 28 salî rastî êrîşekê çekdarî hat. Jina ku bi giranî birîndar bû, rakirin nexweşxaneya li Silêmaniyê.
Her wiha li gorî daneyên ku ajansa me berhev kirine, ji destpêka sala 2025’an heta dawiya Tîrmehê 25 jin hatine qetilkirin, 15 jinan bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane, 4 jinan jî hewl dane xwe bikuji