Li başûrê Kordogan a Sûdanê 23 zarok ji birçîna mirin

Tora Bijîşkên Sûdanê, ragihand ku li bajarê Kadugî û Delinj ên girêdayî eyaleta başûrê Kordofanê, di nava mehekê de 23 zarok ji birçîna jiyana xwe ji dest dane.

Sûdan – Li bajarê Kaduglî yê girêdayî eyaleta başûrê Kordofan, bi hezaran sivîl ji ber dorpêçê û astengkirina ketina xwarin û dermanan, rû birûyî gefa jiyanê ne. Pisporan hişyarî dan û diyar kirin ku ger ev rewşa wiha bidome, wê felaketek a mirovî bê jiyîn.

Tora Bijîşkan a Sûdanê di daxuyaniya 21’ê Mijdarê roja Înê parve kirî de, diyar kir ku tîmên li qadê belge kirin ku di navbera 20’ê Cotmeh û 20’ê Mijdarê de li bajarê Kaduglî û Delinj yê girêdayî eyaleta başûrê Kordofan ji ber kêmxwarin û nebûna pêwîstiyên bingehîn 23 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Torê da zanîn ku dorpêça ku ketina xwarin û dermaman asteng dike gefê li jiyana bi hezaran sivîlan dixwe. 

Binpêkirinên cidî tê jiyîn

Torê destnîşan kir ku ev mirin hişyariya xeter a cidiyeta trajediya mirovî ku her diçe mezin dibe radixe berçavan û domandina dorpêçê şermezar kir. Torê îfade kir ku dorpêç rê li ber hilweşîna xizmetên tenduritiyê û astengkirina gihandina alîkariyan vedike û da zanîn ku ev binpêkirinek eşkere ya hiqûqa mirovî ya navnetewî û jiyana zarokan û parastina mafan e.

Bang li Netewên Yekbûyî

Tora Bijîşkan a Sûdanê, bang li Netewên Yekbûyî û Saziyên Mirovî ên Netewî û Navnetewî kir ku bê derengmayîn korîdora mirovî were vekirin û alîkariyên lezgîn pêkbînin. Torê hişyarî da û destnîşan kir ku ger rewş wiha dom bike, dorpêç neyê rakirin û hatina xwarin û dermanan were asetgkirin, wê felaketa tenduirtsiyê a mezin were jiyîn.

Li Sûdanê pevçûnên di navbera Hêzê Piştevaniya Lezgîn û Artêş de ji Nîsana 2023’an ve destpêkirî heta niha, li herêmên di kontrola Hêzên Piştevaniya Lezgîn de zarok û malbat rû birûyî krîzek mirovîne û mafê wan bi awayek cidî tên binpêkirin.

Pevçûnên dijwar ên di navbera artêşa Sûdan û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de didome, hate diyarkirin ku hêzên bi çek ên Sûdanê li  çeperên cûda yê bakurê Kordofan pêşketinên girîng bi dest xistine.