Li Başûrê Kordofanê bi sedan sivîl koçber bûn
Ji ber zêdebûn pevçûnên li eyaleta Başûrê Kordofan yê Başûrê Sûdanê, di nava sê rojan de 570 sivîl neçar man koç bikin. Li herêmê krîza mirovî her ku diçe kûr dibe.
Navenda Nûçeyan – Bi domandina pevçûnên li eyaleta Başûrê Kordofan, krîza mirovî herku diçe kûr dibe. Ji ber xirabbûna rewşa ewlehiyê bi sedan sivîl, bi awayek ji bicihbûna bingehîn û xizmetan bê par, neçar mane koçî eyaletên cîran bikin.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Koçê ya Navnetewî (IOM), di nava sê rojan de ji navenda Kaugî ya Başûrê Kordofanê 570 kes ji ber bê ewlebûnê neçar mane koç bikin. Li eyaletên Bakur, Rojava û Başûrê Kordofan, di demên dawî de di navbera artêşa Sûdan û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de pevçûnên dijwar hatin jiyîn. Ev pevçûn rê li ber koçberbûna bi deh hezaran sivîl vekir. Di daxuyaniya IOM de hate diyarkirin ku li Kadugî di navbera 8-10’ê Çileyê de 570 kes ji ber fikarên ewlehiyê koç kirine.
Rêxistinê, da zanîn ku yên ji ber pevçûnan reviyane berê xwe dane herêmên bi ewle yên li Eyaleta Nîlê Spî. Rewşa ewlehiyê ya li Kadugî, hê ne îstikrare û şêluye. Tîmên ku ên koç dikin di şopînin geşedanên li bajar ji nêz ve di şopînin.
Hejmara kesên koç kirine bû 13 milyon
IOM, ragihand ku di navbera dîroka 25’ê Cotmeh-30’ê Kanûna 2025’an de hejmara kesên ji sê eyaletên Kordofan koçkirine gihaye 65 hezar û 890’an. Pevçûnên li Sûdanê ketiye sala xwe ya sêyem de, rewşa mirovî gelek giran bûye. Hate diyarkirin ku ji ber pevçûnan bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û 13 milyon kes di nava welat û derveyî welat de koç kirine. Li gelemperî welat li 5 eyaletên 18 eyaletan, paytext Hartum di nav de, li herêmên Başûr, Bakur, Rojhilat hakimyeta xwe didome.
Herêma Darfur, zêdeyî 1,8 milyon kîlometre dam a rûberê Sûdanê, ji pêncan yek digre. Lê belê piraniya nifûsa 50 mîlyon a Sûdanê, li herêmên dibin kontrola artêşa Sûdanê de dijîn.