Li bakurê Darfurê 40 kes hatin kuştin, di nav wan de 17 zarok hene

Li gorî çavkaniyek bijîşkî û şahidên bûyerê, li Kutumê, bajarekî li eyaleta Darfûra Bakur a li rojavayê Sûdanê, di encamê êrişeke bi dron de 40 kes hatin kuştin û di nav wan de 17 zarok hene. Herî kêm 100 kesên din jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Li seranserê deverên mezin ên Sûdanê di operasyonên leşkerî de karanîna balafirên bêmirov zêde bûye lewra hişyarî têne dayîn ku ev yek xeteriyên li ser sivîlan zêde dike.

Çavkaniyek bijîşkî û şahidên bûyerê ragihandin ku di 9’ê Nîsanê de, bi dronekê êrîşî bajarokê Kutum li eyaleta Darfûra Bakur, rojavayê Sûdanê hatiye kirin, di encamê de 40 kes, ku 17 ji wan zarok bûn, hatine kuştin û 107 kesên din jî birîndar bûne.

Yêk ji şahidên bûyerê dibêje dron êrişê malekê li taxa Selame kiriye û di wê malê de şahiya dawetê hebû. Lewra gelek kes hatine kuştin. Şahid her wiha diyar kir ku dron ji bakurê rojhilatê bajêr hatiye, guleyan avêtiye û li mala hedefgirtî xistiye û çar malên cîran jî wêran kiriye.

Ji aliyekî din ve, Hêzên Piştgiriya Bilez artêşa Sûdanê ji ber êrîşê sûcdar kirin û îdia kirin ku droneke artêşê li Kutumê komeke sivîl hedef girtiye û di encamê de bi dehan sivîl mirine. Artêşa Sûdanê hîn daxuyaniyek fermî derbarê bûyerê an jî tohmetan de nedaye.

Bajarê Kutum bi qasî 120 kîlometreyan li bakurê rojavayê Faşer, paytexta eyaleta Bakurê Darfûrê ye û ji mehên pêşîn ên pevçûnê ve, ku di 15’ê Nîsana 2023’an de dest pê kir, di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ye.