Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê jin dîmenên jinan û veguherîna civakî

Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê piştî vederkirina bi salan, jin di warê siyasî, civakî û aborî de bi her awayî li pêş in. Bi vê veguherîna dîrokî ya ku mînakên wê kêm in, li saziyên Rêveberiya Xweser di mekanîzmayên biryaran de aktorên sereke ne.

ESMA MUHAMMED

Qamişlo – Herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, di van deh salên dawî de, bi zanîna dîroka rastiya jinan şahidi ji guherîbên kûr re dike. Bi guherînên ku çêbûn, jin pêl bi pêl bi pêş ketin û niha di hemû saziyan de xwedî biryar in. Vê guherînê wisa hema ji ber xwe ve çênebû, encama têkoşîna bênaber û xebata rêxistinkirî bû. Vê pêvajoyê di asta zagonan de di feraseta civakî û di beşdariya mekanîzmayên saziyên Rêveberiya Xweser de guherînên berbiçav bi xwe re anî.

Di çarçoveya van guherînan de, rola jinên pêşeng û saziyên ku bi mijarên jinan re têkildar in derket pêş; pêşî vekir ku li navendên biryargirtinê, hebûna jinan bi hêz bibe. Gavên girîng ji bo bihêzkirina jinan û temînata mafên wan hatin avêtin. Bi vê re, bi taybetî li hinek herêman, astengiyen civakî û çandî, hê jî li peşiya guherînek ji kokê ve dibin astengî.

Şoreşeke civakî ya rastî

Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, Abir Hassaf da zanîn ku li herêmê guherînên dîrokî yên heta niha nehatine dîtin çêbûne û wiha got: “Li herêmê guherîneke dîrokî ya ku mînakên wê heta niha tune ne çêdibe. Bandora vê guherînê, tenê bi beşdariya rêveberî yan jî siyasî bi sînor nemaye, li hemû di warê jiyana civakî, çandî û aborî de belav bûye. Destkeftiyên çêbûne, tesaduf an jî bi pêvajoyên demkî çênebûne, di sala 2012’an de bi avabûna Hêzên Parastina Jin (YPJ) dest pê kir, dûre jin di warê akademîk û hiqûqî de bûn xwedî rokeke bihêz û ber bi avakirina peymana civakî ve ev pêvajo domiya. Di saziyên Rêveberiya Xweser de, di mekanîzmayên biryargirtinê de cih girtin ev yek encama têkoşîna ku bi dehan salan hat meşandin e.”

Abir Hassaf diyar kir ku di civakê de di warê nêrîna ji bo jinan de guherînên mezin çêbûne da zanîn ku gelek astengiyên ku jin di warên giştî rastî wan dihat hatine derbaskirin lê bi taybetî li hinek herêman di pejirandina zagonên giştî yên ji bo jinan de zorî derketine û bal kişand ku ji bo di pergala civakî û çandî de guherînên ji kokê ve û domdar çêbibin, pêdivî zêdetir bi dem û hewldanan heye.

Abir Hassaf li ser rola Meclîsa Jinan jî diyar kir ku meclîs sîwanek e di nava xwe de ji pêncî zêdetir rêxistinên jinan, partî ku saziyan dihewîne û wiha berdewam kir: “Ji bo zêdekirina hayjêbûn û şiyariya civakî, pirsgirêkên civakî, parastina mafên jinan xwedî roleke bingehîn e. Ev xebat tenê bi xebatên teorîk bi sînor nîn e, li gelek herêmên weke Reqa, Dêrezor û Tebqayê, ji bo bingeha civakî di warê zagonên malbatê de ava bibe, bi dehan heta bi sedan civîn hatin lidarxistin, komxebatên perwerdeyê, konferans û forûm çêbûn. Divê were zanîn k ev zagon ji bo herêmê xwedî hêjahiya şoreşeke civakî ne.”

Heman armanc û vîzyona hevpar

Abir Hassaf, diyar kir ku hemû sazî û rêxistinên di bin banê Meclîsa Jinan de ji bo nêrîna civakê ya li jinan biguherînin, şîdeta nava malê kêm bikin û jinan di avakirina civakê de bikin aktorên sereke bi vîzyoneke hevpar û heman armancê dixebitin.

Her wiha da zanîn ku Meclîsa Jinan, di Meclîsa Gelan a di bin banê Rêveberiya Xweser de tê temsîlkirin û da zanîn ku bi saya vê yekê pêvajoyên biryaran ji nêz ve dişopîne û derfet çêdike lu deng û nêrînên jinan bigihîjin navendên biryargirtinê.

Abir Hassaf di dawiya axaftina xwe de bang li jinên ku di her warî de dixebitin û aktîf in kir û bal kişand ku berpirsyariya her jinê heye ku heta dikare destekê bide gelek jinan û xwedî li wan derbikeve û wiha bi dawî kir: “Her yek ji me bi serê xwe em kesek in; lê dema ku em bibin yek, em ê veguherin hêzeke ku guherîna demokratîk a rastîn çêbik. Jin di warê guherînê de xwedî rola bingehîn in û dê vê rola xwe bidomînin. Li herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, pêşeng û avakarên çandî û dîrokî yên hemû hevgirtiyan in.”

Beriya beşdariya sembolîk rola jinan

Sabah Şabo ya di Meclîsa Jinan a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê de nûnera jinên Suryan û endama Yekîtiya Jinên Suryan e jî bal kişand ser rola pêşeng a jinan di warê siyasî de.

Sabah Şabo, da zanîn ku bere rola jinan di siyasetê de pir bi sînor bûye û gelek caran jî hema bibêje qet tune bûye û diyar kir ku sedema vê ya bingehîn, pergala Baasê ya ku ji derveyî Partiya Baasê destûr nedida partiyên siyasû bûye û wiha got: “Vê rewşê bû sedem ku jin tenê bi awayê sembolîk beşdar bibin lewre nedihiştin di mekanîzmayên biryaran de cih bigrin. Ji ber tunebûna partiyan, jin ji siyasetê hatibûn vederkirin. Her wiha ji ber kevneşopiyan jin bi malbat û qada civakî hatibûn sînorkirin, i qada giştî dûr mabûn. Loma di navbera jinan û siyasetê de salên dirêj valahî çêbûn.

Sabah Şabo got ku piştî sala 2011’an, bi taybetî li Herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, di warê siyasî de guherînên berbiçav çêbûne û da zanîn ku bi derketina partiyên siyasî yên nû û pêşketina pergala Rêveberiya Xweser re ji bo jinan derfetên girîng çêbûne. Sabah Şabo wiha domand: “Avakirina Yekîtiya Suryanî û bi beşdariya aktif a Rêveberiya Xweser, jin di jiyana siyasî de bi pêş ketin. Avakirina Ofîsa Jinan a ji aliyê jinan ve dihat birêvebirin jî bû bingeh ku ji bihêztir bibin û di pêvajoyên biryaran de aktîf bin. îro jin di hemû astên rêveberiyê de ji sedî 50 xwedî rol in di dezgehên zagonî de jî ji sedî 50 nûnertiya wan heye û di meclîsên biryaran û pêkanînan wan de berpirsyar in, roleke sereke dilîzin. Vê rewşê asta siyasî ya jinan bi pêş xist. Bi saya van destkeftiyan, tecrubeya li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo jinan bû bingeh k udi warê siyasî û civakî de pêşengiyê bikin û ev yek bû modela “Şoreşa Jinan.”

Jin hemû mafên gelan diparêzin

Sabah Şabo, bal kişand ku jin êdî ne tenê maf û azadiya xwe, daxwaza hemû mafên gelan dikin û diyar kir ku jin perçeyek jêneger a civakê ne, nûnertiya tiştên ku ji bo civakê giştî û bi sûd in dikin, ne komek in ji bo hemû pirsgirêkên civakê hewl didin.

Sabah Şabo da zanîn tevî van hemûyan jî zorî hê jî hene û wiha bi dawî kir: “Jin hê jî bi feraseta kokbûyî ya desthilatdariya mêr re û bi gotinên li ser navê olê yên ku pêşî li beşdariya jiyana siyasî û civakî digrin re rûbirû ne. Bi taybetî Suryanî gelek zoriyan dikşînin; nasnameya wan tenê bi aîdiyeta olî tê bi sînorkirin. Ev yek jî dibe sedem ku ne weke neteweyek xwedî ziman, çand, dîrok û şaristaniyê, weke komeke olî were dîtin. Loma daxwazaên wan ên siyasî nayên dîtin. Hevgirtiyên Suryan di bin Rêveberiya Xweser de mafên xwe bi dest xistin. Armanc ew e ku ev maf li tevahiya Sûriyeyê, di nava pergaleke demokratîk û hevgirtî de, bikevin bin temînata makezagonî. Jinên ku berê bi tu awayê nedihatin dîtin û dihatin vederkirin, di warê siyasî, leşkerî û aborî de xwe îsbat kirine û bi feraseta paşverû re têdikoşin. Jin êdî di warê civakê de kevirê bingehîn in, di avakirina pêşeroja Sûriyeyeê de jî hevkarên sereke ne.”