Li bajarên erdhejê di nava sal û 11 mehan de 108 jin hatin qetilkirin
Li 11 bajarên ku ji ber erdheja navenda wê Mereş bû, di 23 mehan de 108 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Parêzer Zubeyde Ugurlu, diyar kir ku ji ber cihekî bi ewle ji bo jinan tune ye mêr zêdetir serî li şîdetê didin.
AXÎN BAHAR – MEDÎNE MAMEDOGLU
Dîlok – Di ser erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan ku navenda wan navçeyên Mereşê Bazarcix û Elbistan bûn, du sal derbas bûn.
Li herêmên erdhejê ji ber ku bi rojan mirov di bin xirbeyan de man, zarok bê malbat man û teslîmî cemaetan hatin kirin her wiha heya windabûna gelek kesan, li herêmê trajediyek mezin çêbû.
Li Mereş, Xarpêt, Meletî, Dîlok, Xetay, Semsûr, Amed, Riha, Osmaniye, Edene û Kilîsê, ji ber erdhejê texerîbatên mezin çêbûn. Ji ber ku alîkariyek baş nehat kirin, gel neçar ma birînên xwe derman bike.
Ji bo erdheja Mereşê her çendî “karesata xwezayî” were gotin jî erdhejzede balê dikşînin ser îhmalên desthlatdariya AKP’ê dibêjin “ne erdhej e komkujî ye.”
Li 11 bajarên ku bi erdhejê hilweşiyan di du salên dawî de şîdeta li dijî jinan zêde bûye. Li gorî rapora çavdêriyê ya Yekitiya Tebîbên Tirk, (TTB) li Xetayê ji ber şîdetê, 2 hezar kesan serî li Muduriyeta Xizmetên Civakî dane. Li gorî rapora ku Komeleya Desteka Jiyanê di 17’ê Mijdara 2023’yan de weşandiye jî tenê li Hatayê, şîdeta li nava malê-konan ji sedî 28 zêde bûye.
Xebatên ku du salên dawî de hatine kirin, nîşan didin ku di pêvajoya karesatê de jin û zarok li rastî şîdeta nava malê û şîdeta zayendî hatine. Bi taybetî li bajarên konteynir û di konan de ev şîdet bûye duqat. Piştî erdhejê ji ber mercan zorî û zehmetiyên jinan zêdetir bûne.
Li 11 bajaran di 23 mehan de 108 jin hatin qetilkirin
Li gorî daneyên 2023’yan ên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) ji Sibatê heta meha Kanûnê (di 11 mehan de) li Edeneya ku herêma erdhejê ye 17, li Amedê 6, li Dîlokê 5, li Xetayê 2, li Mereşê 3, li Meletiyê 4, li Osmaniyeyê 1, li Rihayê 4 jin ji aliyê êran ve hatine qetilkirin. Li gorî daneyên platformê yên 2024’an jî; di 12 mehan de, li Edenê 16, li Semsûrê 5, li Amedê 11, li Xarpêtê 4, li Dîlokê 14, li Xetayê 7, li Mereşê 6, li Kilîsê 2, kş Meletiyê 4, li Osmaniyeyê 1, li Rihayê 6 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.
Ji bo pêşîgirtina şîdetê mekanîzmayên hiqûqî bes bûn gelo?
Li herêmên erdhejê ji bo jinên hatine qetilkirin û rastî şîdetê hatine, tu daneyek fermî nehatiye dayîn û jin nikarin xwe bigihîjînin mekanîzmayên ku pêşî li şîdetê digrin.
Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Zubeyde Ugurlu got ku di erdhejê de û piştî wê jin ji “cihên bi ewle” bêpar mane.
Zubeyde Ugurlu wiha got: “Jin destpêkê di konan de, dûre li cihên teng, di konteyniran de bi malbat, xizm û cîranên xwe re neçar man bijîn. Jinên ku nikaribûn bigihîjin pêdiviyên xwe yên bingehîn, tendirustî û cihek lê bimînin, xwe di nava bêewlehiyê de hîs kirin. Ji ber ku cihekî bi ewle ji bo wan tunebû, meyla mêran ji bo şîdetê zêdetir bû, derfet dîtin û her cure şîdetê kirin.”
Ji ber ku cihekî jin biçin tune ye mêr cesaretê digrin
Zubeyde Ugurlu diyar kir ku ji ber debara aborî ya jinan tunebû û destek ji wan re nehat dayîn, jinên şîdeta derûnî, aborî û fizîkî dîtin dengê xwe dernexistin û nikaribûn serî li saziyên pêwendîdar bidin. Zubeyde Ugurlu wiha domand: “Lewre kon an jî konteynirek ku jin ji ber şîdetê biçûna tunebû. Makenîzmayeke hiqûqî jî tunebû, vê yekê mexdûrên şîdetê nikarin xwe bigihîjînin saziyên edlî. Lewre dema ku gilî bike ne mumkun e li heman cihî bimîne. Kesên şîdet dikin ji ber vê dizanin, vê derfet dibînin û şîdeta xwe zêdetir dikin.”
Zubeyte Ugurlu bal kişand ku dewlet di mijara şîdetê de daneyan nade û wiha bi dawî kir: “Gr di dest me de dane tunebin, nayê wateya ku şîdet tune ye. Dijberî wê ji ber ku mekanîzmaya dewletê ya daneyan tune ye û nikare bigihîje agahiyan, mexdûrên şîdetê bi tenê dimînin û ji mekanîzmayên hiqûqê sûdê nagirin.”