Li bajarê Taizê ji bo başkirina rewşa jiyanî xwepêşandan
Bi armanca pêşxisitna rewşa jiyanî û aborî li welêt, her wiha ji bo daxwaza bilindkirina mûçeyan gelê bajarê Taizê ya Yemenê çalakiyek xwepêşandanê li dar xistin.

RANIYA EL-EBDULLAH
Yemen – Bi armanca daxwaza başkirina rewşa jiyanî û bilindkirina mûçeyan, şêniyên bajarê Taizê ku dikeve başûrê welêt duh xwepêşnadanek li dar xistin. Jinan di vê çalakiyê de têkçûyîna rewşên wan ên aborî û kêmbûna rêjeya mûçeyan bertekên xwe nîşan dan.
Ev çalakî piştî ku komîteya ewlekariyê ya bajêr cîbicîkirina yasaya birêkûpêkkirina meş û xwepêşandanan pejirand, hate li darxistin. Ev biryar ku di roja şemiyê de hate erêkirin li gel niştecihan û çalakvanan rastî nerazîbûn û bertekan hat. Li gor vê biryarê divê kesê ku xwepêşandan an çalakiyan li dar bixe beriya 72 seatan agahî bide hikumetê û piştre erêkirina vê çalakiyê bi dest bixe.
Daxwazên bilindkirina mûçeyan û pêşxistina rewşa jiyanî
Endama Navenda Lêkolînê ya Pêşxistina Jinê li Zanîngeha Taiz Îşraq Hail El-Hekîmî ku beşdarî xwepêşandanê bûye got: "Ji hemû qadên jiyanî û pîşesazî beşdarî vê çalakiyê bûne bi armanca bi destxistina mafên xwe û piştevaniya mamosteyan bikin ku mûçeyên wan bên bilind kirin. ji bo ku karibin di buhabûna ku herêm tê re derbas dibe debara xwe bikin."
Mamosteya Îlham El-Raşêdî ku di dibistanek hikumetê de dixebite diyar kir ku daxwzên wan heyaniha ji aliyê hikumetê ve pêk nehatine. Em dixwazin mûçeyan li gorî rêjeya diravê biyanî ya heyî ji nû ve ava bikin. Ji sala 2011’an û vir ve jî destûr û mûçeyên me hene ku heta niha nehatine bicihanîn.”
Mamoste Semiya Ehmed jî tekezkir ku ew di çalakiyên xwe yên gravê û xwepêşandanan de ku ev bû sê meh li dar xistine, berdewam in û wiha axivî: "Em di çalakiyên xwe de bi îsrar berdewam in heya ku daxwazên me bi cih tînin û mûçeyan bilind dikin. Divê hikûmet kar bike ji bo têkçûna pereyê herêmî çareser bike da ku em karibin bijîn. Mûçeyên ku didin me ji ber buhabûnê têrê civakê nake."
Esmaa El-Emîr ku beşdarî çalakiyê bûye wiha dibêje: “Mûçeya min 25 dolar derbas nake û kirêya mala min jî 70 dolar e. Em ê çawa bikaribin bi vê mûçeyê debara jiyana xwe bikin. Divê hikumet bi lez dêkeve meriyetê û pirsgirêka civaka xwe çareser bike. Eger tu çareserî nahet dîtin herêm ber bi felaketek mezin ve diçe.”
Di van çend roj û hefteyên dawî de li bajarê Taizê bi sedan mamoste di nava çalakiyên xwepêşandan de ne. Bi armanca bilindkirina rêjeya mûçeyan û pêşxisitna rewşa jiyanî li herêmê.