Li bajarê Amedê danasîna sepana JIN MAP’ê
Danasîna sepana JIN MAP’ê a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi armanca bersivdayîna pêdiviyên ewlehiyê yên jinan pêş xistiye, hate kirin.
Navenda Nûçeyan – Lansmana bernameya JIN MAP’ê ku Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan û Serokatiya Daîreya Zanînkirariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi persepktîfa “Bajarê Jinan” bi pêş ve biriye, li oteleke bajar hat lidarxistin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li dijî bêewlehî û newekheviya ku jin li qadên giştî pê re rû bi rû dimînin û di çarçoveya “bajarê jinan” de gaveke dîjîtal avêt. Di heman lansmanê de hat destnîşankirin ku divê polîtîkayên azadîxwaziya jinan di rêveberiyên xwecihî de bên bihêzkirin.
‘Jin ne tenê wergirên xizmetê ne di heman demê de kirdeyên çalak in’
Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Ozden Gurbuz Sumer a ku di lansmanê de axivî, diyar kir ku Serokatiya Daîreya Jinan bi armanca ku jin bikaribin di hemû qadên jiyanê de jiyaneke wekhev, azad û ji tundiyê dûr ava bikin xebatên piralî dimeşînin û wiha got: “Ev xebatên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya me ve tên meşandin, li gorî zîhniyeta rêveberiya xwecihî ya ku tê de jin ne tenê wergirên xizmetê ne, di heman demê de kirdeyên çalak ên pêvajoyên hilberînê û veguherîna civakî ne, tên pêşxistin.”
‘Di du salan de gelek destkeftiyên girîng’
Ozden Gurbuz Sumer di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ev xebatên ku piştevaniya jinan mezin dikin, piştgiriyê didin keda jinan û newekheviyên ku jin di qadên cihêreng ên jiyanê de rû bi rû dimînin xuyanî dikin, di nava çarçoveyeke polîtîk a yekgirtî ya ku armanc dike wekheviya zayenda civakî ya li qada xwecihî bihêz bike de tên domandin. Ev xebatên ku şaredariyên me di qada polîtîkayên jinan de meşandine, di nav 2 salan de xeteke girîng ava kiriye. Me di demeke nêz de agahiya ‘Bajarê Jinan’ ragihandibû. Me di deklarasyona xwe ya bajarên jinan de jî diyar kiribû; armancên me yên wekî ji nû ve rastkirina park, rawestgeh û rêgehên şevê li gorî tecrubeya jinan, derxistina nexşeyên ewlehiyê yên herêmên bimetirsî bi rêya daneyan û pêşxistina platformên dîjîtal ên hevpar ên ku tê de ji bo qadên bêewle yên di nava bajar de ragihandin bikaribin bên kirin û xizmetên giştî bikaribin bên şopandin, hebûn.”
‘Jin MAP ji bo pêdiviyên ewlehiyê yên jinan hat pêşxistin’
Ozden Gurbuz Sumer destnîşan kir ku platforma piştgiriyê ya dîjîtal a li ser bingeha nexşeya JIN MAP’ê ku bi armanca bersivdayîna pêdiviyên ewlehiyê yên jinan hatiye pêşxistin. Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ketiye xizmetê û wiha pê de çû: “Îro, em tam ji bo pêkanîna vê armancê gaveke girîng diavêjin. Sepana JIN MAP’ê platforma piştgiriyê ya dîjîtal a li ser bingeha nexşeyê ku ji bo pêdiviyên ewlehiyê yên jinan hatiye pêşxistin e. Em difikirin ku di avakirina bajarê jinan de dê bibe xizmeteke krîtîk, em li pêşberî we didin destpêkirin. Di qonaxa afirandina sepanê ya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Teknolojiyên Agahdariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye pêşxistin de, bi Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan re hevkariyeke xurt hatiye pêkanîn.”
Model û mînak e
Ozden Gurbuz Sumer anî ziman ku sepana JIN MAP’ê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêş xistiye, di çarçoveya Bernameya Bajarên Dostên Jinan de piştgiriya navneteweyî wergirtiye û wekî modelekê derketiye pêş ku dê ji şaredariyên din re bibe mînak.
Piştî axaftinê danasîna sepana JIN MAP’ê hat kirin.