Li Arjantînê ji bo Abdullah Ocalan çalakî

Li bajarê Tandîl yê Arjantînê têkildarî nasandina parêznameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bername hate lidarxistin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Tandîl yê Arjantînê bernameya ji bo nasandina parêznameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ hate lidarxistin.

Bername, ji aliyê Profesora Zanistên Siyasî Luciana Bidauri di bin bavê Fakulteya Zanistên Beşrî de hate organîzekirin. Di çalakiyê de gelek xwendekar, akademîsyen, endamên hîndekariyê û aktivîstên siyasî cih girtin.

Bername bi axaftina vekirina dekanê fakulteyê dest pê kir û piştre li ser dîroka gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê, rewşa Abdullah Ocalan û paradîgmaya wî ji “Sosyolojiya Azadiyê” beşên eleqedar hate peşkeşkirin. Beşdarvanan eleqeyek mezin nîşane pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku piştî banga 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, dan.

Her wiha di bernameyê de rastiya têkoşîna civakî ya gelên Arjantînê jî bi perspektîfa paradîgmaya Abdullah Ocalan hate nîqaşkirin. Beşdaran, raman û felsefeya Abdullah Ocalan wek çavkaniya hêviyê û ronahiyê pênase kirin û piştgiriya têkoşîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin û banga mezinkirina têkoşînê kirin.