Li Amedê rojnameger jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin

Li Amedê di serdegirtina malan de rojnameger Nurcan Yalçin û Derya Us jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Amed – Di çarçoveya lêpirsîneke ku Sergozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin îro di seatên siharê de polîsan avêtin ser malan. Di serdegirtina malan de rojnameger Nurcan Yalçin û Derya Us jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Hicetê binçavkirinê nehat zanîn. Tê gotin ku dê hejmara binçavkirinan zêde bibe.