Li Amedê kurtaja fîîlî di rojeva Meclîsê de ye
Parlementera DEM’ê Adalet Kaya, diyar kir ku li nexweşxaneyên Amedê kurtaj bi fîîlî hatiye qedexekirin û ev rewş xist rojeva Meclîsê.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2024/07/20240717-20240717-kutr-jpg3c4ba9-image-jpg50f93f-image.jpg)
Navenda Nûçeyan - Parlementera Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Adalet Kaya, diyar kir ku li nexweşxaneyên Amedê kurtaj bi fîîlî hatiye qedexekirin û pêşniyazpirsek da Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglu.
Di pêşniyazê de hat diyarkirin ku ji 11 nexweşxaneyên giştî li 9 nexweşxaneyan kurtaj qedexe ye û li 2 nexweşxaneyan jî ger zewicî be û ducanî bibe xetereya tenduristiyê, bi destûra bav kurtaj tê kirin. Di pêşniyazê de hat destnîşankirin ku li ser pirsa der barê pêvajoya kurtajê de sekreter wiha bersiv dide: “Bijîjkê me wê guneh dibîne û berpirsyariyeke wiha negire ser xwe.”
Di pêşniyazê de ev pirs hebûn:
“*Çima li ser daxwazê kurtaj li nexweşxaneyên giştî nayê kirin?
*Wezareta we ji bo ku kurtaja bijarte neyê kirin telîmat daye?
*Di nava 5 salên dawî de li hemû nexweşxaneyên Amedê bi salane di nava dema qanûnî de çend serlêdanên kurtajê hatin kirin? Ji van serlêdanan çend hatin qebûlkirin?”