Li Amedê ji bo jin xwe bigihînin edaletê protokolek hate îmzekirin

Protokola ku di navbera Baroya Amed û şaredariyên DEM Partiyê de hat îmzekirin, armanc dike ku piştgiriya hiqûqî bide jinên ku rastî tundiyê tên û perwerdeyên wekheviya zayendî ya civakî berfireh bike.

Amed – Da ku jin bi awayekê bihêz xwe bigihînin edaletê û mekanîzmayên piştgiriya qanûnî werin çalak kirin li Amedê hevkariyek girîng hatiye damezrandin.  Protokola ku di navbera Baroya Amed, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya Partiya DEM ê û 13 şaredariyên navçeyan ve hatiye îmzekirin. Armanca vê protokolê ewe ku ji bo jin di têkoşîna xwe ya li dijî tundûtûjî û cudakariyê de piştgiriyek bi hêz bibîne.

Protokol bi merasîmêkê hate îmzekirin

Merasîma îmzekirina "Protokola Hevkariyê ya li ser Alîkariya Hiqûqî ya Jinan û Xizmetên Perwerdehiyê yên Personelên Şaredariyê" li hola Konferansê ya Elî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve pêk hat. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak li ser girîngiya protokolê axivî û wiha got:

"Em dixwazin mafê jinan ê yê xwe gihandina edaletê xurt bikin. Gava ku me di sala 2024’an de cara yekem bi komeleya parêzeran re avêtiye, didomînin. Dema ku me ev protokol îmze kir, tîmek hevrêzkirinê hate damezrandin. Vê tîmê li ser gihîştina jinan a edaletê, pirsgirêkên wan û gelek mijarên din lêkolîn kirin. Em bi tîmek hevrêzkirinê re mijûl dibin. Ji bo ku protokolek bi çi awayî ji bo vê başarê guncaw bibe gelek nîqaş pêşketin û ji bo vê yekê hewldanek girîng hate dayîn."

 ‘Jin û mêr xwedî mafên wekhev in’

Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku protokola amadekirî; tayînkirina parêzerên bêpere di dozên têkildarî berdan, nefeqe û welayetê de esas digire û armanc ew e ku pêvajo bi têgihiştineke domdar û li ser bingeha mafan were meşandin. Bucak wiha got: “Îsal me mekanîzmayeke girîng a din jî li protokolê zêde kir. Me Ekîbeke Koordînasyonê ava kir da ku ji bo pirsgirêkên li qadê çareseriyên bilez û hevpar hilberînin û gihîştina jinan a ji bo edaletê hêsan bikin. Ekîba Koordînasyonê; dê di mijara mesrefên dozê û lêçûnên noterê de rê nîşan bide, ji bo ku pêvajoya hiqûqî çawa were meşandin çarçoveyeke hevpar ava bike û ji bo ku jin ji ber şert û mercên aborî dev ji têkoşîna lêgerîna mafan bernedin, dê bibe alîkar.”

Hevşaredar Bucak diyar kir ku heta rastiya jiyana jinan neyê dîtin edalet nayê dabînkirin û lewma krîterên xizaniyê ne di çarçoveyeke teng û teknîkî de, lê bi şert û mercên xebata bêewlehî, girêdayîbûna aborî û çerxa tundiyê re dinirxînin. Bucak anî ziman ku lêkolînên civakî yên şaredariyan, daxuyaniya jinan û şert û mercên jiyanê dê bi pîvanên alîkariya dadwerî re wekî yekpar were girtin û xizmeteke hempar dê were meşandin.

‘Em bi biryar in ku di vê rêyê de bi hev re bimeşin’

Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku ev nêzîkatiya ku wan bi vê protokolê re saziyane kiriye, têgihiştineke wisa ye ku daxuyaniya jinan esas digire, jinan munaqeşe nake û pêvajoyê li gorî hewcedariyên wê teşe dike û wiha axivî: “Em bi pergaleke hempar a ku piştgiriya civakî û piştgiriya hiqûqî ji hev cuda nake û perspektîfa jinan dixe navendê rêya xwe berdewam dikin. Amed bajarekî wisa ye ku hafizeya têkoşîna jinan hildigire. Vîzyona ‘bajarê jinan’ ji bo me ne tenê gotinek e, daxwazeke berpirsiyariya me ye. Ev protokol; îfadeya modeleke piştgiriyê ye ku jin bi hêsanî digihîjin edaletê, ji ber sedemên aborî dev ji lêgerîna mafan bernadin û li hemberî tundiyê bi tenê nayên hiştin. Em bi biryar in ku di vê rêyê de bi hev re bimeşin û têkoşîna mafên jinan bi hêzeke saziyane mezin bikin.”

Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Îrem Îlhan jî anî ziman ku protokola alîkariya dadwerî nîşaneya piştgiriyeke mezin e û got: “Edalet ne îmtiyazek e, dema bibe mafekî ku her kes bigihîjê, wê çaxê rast e.”

Piştî axaftinan protokol bi çepikên beşdaran hat îmzekirin.

Protokol çi dihewîne?

Di protokolê de hat destnîşankirin ku tundiya li ser jinan li tevahiya cîhanê binpêkirineke berfireh û giran a mafên mirovan e ku jin pê re rû bi rû dimînin. Hat diyarkirin ku ev pirsgirêk encama cudakarî û wekheviya zayendî ye û rehên wê di kûrahiya avahiya civakê de ne.

Di protokolê de hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê jî ligel standardên navneteweyî, bi bendên ku li xala 10’emîn a Destûra Bingehîn hatine zêdekirin, bi eşkere hatiye diyarkirin ku jin û mêr xwedî mafên wekhev in û hat gotin ku dewlet mecbûr e vê wekheviyê pêk bîne.

Di vê çarçoveyê de, di protokolê de hat diyarkirin ku li Amedê ya ku di dîrokê de mazuvaniya têkoşîna jinê kiriye û vîzyona “bajarê jinê” pejirandiye, xurtkirina gihîştina jinan a ji bo edaletê wekî beşeke girîng a pêvajoya demokratîkbûnê tê dîtin. Hat destnîşankirin ku armanc ew e ku xizmetên şêwirmendî û piştgiriya hiqûqî ya ji bo jinên ku rû bi rûyê tundiyê mane were xurtkirin, jin ji xizmetên alîkariya dadwerî bi rengekî bibandor û wekhev sûd werbigirin, perwerdeyên wekheviya zayendî û têkoşîna li dijî tundiya ser jinê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan ji aliyê Baroya Amedê ve were dayîn û di asta saziyane de mekanîzmayên koordînasyon û hevkariyê werin avakirin.

Bi protokola navborî tê armanckirin ku gihîştina jinên ku rû bi rûyê tundiyê mane ya ji bo edaletê hêsan bibe, mekanîzmayên piştgiriyê yên li ser bingeha mafan werin xurtkirin û wekheviya zayendî di asta rêveberiyên herêmî de bi rengekî saziyane were piştgirîkirin.