Li Amedê bi hezaran kes dijî êrîşên li ser Helebê meşiyan
Li Amedê di meşa ku bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk hate lidarxistin de, êrîşên li dijî taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê hatin şermezar kirin. Di meşê de wiha hate gotin: “Heta ku çeteyên HTŞ'ê paş ve vekişin, em ê li ser piyan bin.”
Amed – Li dijî êrişên êrişên çeteyên girêdayî HTŞ’ê û Tirkiyeyê, Plarforma Saziyên Dekmokratîk li Amedê meşeke girseyî li dar xist. Girse li Parka Koşuyoluyê heta AZC'ê Plazayê ya li Semta Ofîsê meş li dar xist. Di meşê de dirûşmên “Bijî Berxwedana HSD”, “Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd, Eşrefiyê” hatin berzkirin. Di meşê de pankarta “Xwedî derketina Rojava xwedî derkatina mirovahiyê ye”hat vekirin. Hevserokên giştî yên DBPê, Hevşaredarên Amedê, parlamenterên DEM Partiyê yên hêrêmê, endam û nûnerên saziyên civakî, Hevserokên DEM Partiyê yên navçeyên Amedê û gelek welatî tev li meş û daxuyaniyê bûn.
Dema ku girse hat li pêşiya Plazaya AZC Plazayê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di daxuyaniyê de axivî.
Keskîn Bayindir, diyar kir ku ev 3 roj in rejîma Sûriyeyê êrişî Rojava dike û got: “Bi sedan birîndar û dehan kuştiyên me hene. Em li bakurê Kurdistanê van êrişan şermazer dikin. Em îro li Kurdistan û Tirkiyeyê li ser piyan e. Ev nîşaneya berxwedan û serkeftine ye. Em dizanin ku amadekariya vê êrişê heye. Ew kesên ku di pêvajoya 2013 û 2015an de alîkarî da DAÎŞê îro alîkarî dide HTŞ'ê. Lê çawa ku li Kobaniyê DAÎŞ tek çû dê HTŞ jî tek biçe. Çawa ku di pêvajoya 2015'an de DAÎŞ kirin hincet û pêvajo xira kirin û îro jî bi HTŞê dixwazin pêvajoyê xira bikin.”
Keskîn Bayindir, diyar kir ku êrişên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdê tê wateya êrişên li ser Amedê û wiha got: “Gelê Kurd jiyaneke koledarî qebûl nekiriye, dê îro jî qebûl nakê. Îro li Amedê û tevahî bakûrê Kurdistanê ji bo Rojava li ser piya ye. Bi ferasta HTŞ’ê tu pêşeroj ji Sûriyeyê re tune ye. Bi sedan milyon kes heta dawiyê piştgirî didin Rojavayê. Hesaba şaş çawa ji Kobanî vegeriya dê ji Helebê jî vegere. Heta ku çeteyên HTŞ'ê paş ve vekişin, em ê li ser piyan bin.”