Li Amedê ‘Înîsiyatîfa Yekîtiyê’ hat avakirin

Li Amedê ‘Înîsiyatîfa Yekîtiyê’ ku ji nûnerên partiyên siyasî, sazî û dezgehên civakî, pêşeng, oldar û kesayetan pêk tê hat ragihandin.

Amed – Li Amedê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanî, saziyên civakî yên sivîl, pêşengên civakê, oldar û bawermend, kesayet û parlamenteran, “Înîsiyatîfa Yekîtiyê” hat avakirin. Ji bo danasîna înîsiyatîfê li Çand Amedê civîn hat lidarxistin. Civîna danasînê ya îro dest pê kir, ewê heta sibê bidome. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, nûner û rêveberên partiyên Kurdistanî, rêxistinên sivîl, pêşengên civakê, kesayetên navdar û gelek kes tevlî civînê bûn. Li eywanê bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî, bi Tirkî, Erebî, Suryanî û Ermenkî pankarta “Em ê bi helwesta yekîtiyê biser bikevin” hatin daleqandin.

9 meh xebat hat meşandin

Li vir têkildarî avakirina Înîsiyatîfê Orhan Ayaz axivî û anî ziman ku ji bo ragihandina “Înîsiyatîfa Yekîtiyê” 9 mehan xebat meşandine. Civîn piştî hilbijartina dîwanê û deqeyek rêzgirtin destpê kir. Li vir, li ser navê dîwanê Parlementera Mêrdînê ya Partiya Wekheviya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) Salîha Aydenîz axivî. Salîha got ku: “Bila ev konferans bibe wesîleya aştiyek bi rûmet.” Salîha Aydenîz diyar kir ku vê yekîtiyê gelek girîng dibînin û sersaxî ji bo endamê Heyeta Îmralî Sirri Sureya Onder ku di 3’yê Gulanê de jiyana xwe ji dest dayî xwest. Salîha diyar kir ku di pêvajoya 2013-2015’an de cîh girtibû, tevî gelê Kurd bû û tu caran ji xebatên xwe tawîz nedaye. Salîha wiha got: “Di 27’ê Sibatê de bangek hat kirin. Ji bo ku ev bangawazî bighê armanca xwe, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferansa Kurd hat lidarxistin. Em hêvîdar in ku ev bibe wesîleya yekîtiyê.” 

‘Em berpirsyariya xwe bi cîh bînin’

Salîha Aydenîz destnîşan kir ku PKK’ê 12’emîn kongreya xwe li dar xistiye û wiha got: “Îlan kirin ku ewê encamên wan bi raya giştî re werin parvekirin. Pêvajo gelek girîng e. Em di serî de yekîtiya xwe pêk bînin û bi pêş ve bibin. Em ê li ber van gavên dîrokî berpirsyartiya xwe bicîh bînin. Em ji hemû kesên ku ked dane avakirina înîsiyatîfê re, spas dikin.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek jî li ser navê Înîsiyatîfa Yekîtiyê axivî û got: “Ji vêderê em silavên xwe ji gelên 4 perçeyên Kurdistanê re dişînin. Em dixwazin hemû kes xwedî li  vê Înîsiyatîfa Yekîtiyê derkevin.” Sînan Çîftyurek da zanîn ku ji bo avakirina yekîtiyê îro civîn li dar xistine û got: “Ji îro şûnde xebat wek sekreterya ji destê me derket. Êdî wê Înîsyatîf di destê we delegasyonan de be.”

 ‘Ji bo çareseriyê hêviyek’

Sînan Çîftyurek bal kişandin geşedanên li Rojhilata Navîn û wiha got: “Dewletê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Vê hevdîtinê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hêviyek derxist holê. Em hişmendî û realiteya Kurdistanê digirin ber çavan û me xwest bi hemû pêkhateyan em civînê li dar bixin. Birêz Ocalan ji bo çareserkirina meseleya kurd û demokratîkbûna civakê bang kir. Em weke înîsiyatîf vê bangê girîng dibînin. Duh jî PKK’ê kongreya xwe li dar xist û gotin dê çekan deynin. Banga me ya ji gelê me re, jin û ciwanan, rewşenbîr û seydayan re ew e ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê û ji bo aştiyeke mayînde û civaka demokratîk, piştgiriyê bidin Înîsiyatîfa Yekîtiyê.”

Piştî axaftinan civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Wê sibe deklarasyona Înîsyatîfa Yekîtiyê were eşkerekirin.