Li Amarayê ji 7 salî heta 70 salî Rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin

Bi hezaran welatiyên ku ji bo rojbûna 77’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berê xwe dan Amarayê, bi coşeke mezin pîrozbahî li dar xistin. Pîrozbahî bi axaftin, stran, gerandina govendan û berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan – Rojbûna 77’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê bi hezaran kesan ve li mala Abdullah Ocalan lê ji dayîk bûye ya li gundê Amara ya navçeya Xelfetiya Rihayê hat pîrozkirin. Bi hezaran kesên ku li navçeya Xelfetiyê bûn bi meş bi rê ketin, gihîştin gundê Amarayê û bi gihîştina girseyê re pîrozbahiyê destpê kir. Xaniyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayîk bûyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hat xemilandin. Her wiha girseyê pankarta li ser, “Bi Rêbertiya azad ber bi yekîtiya neteweyî ya demokratîk ve” dinivîsî hilgirt û wêneyên Mahsûn Karaoglan û Mustafa Dag ku di 4’ê Nîsana 2009’an de di pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di encama êrîşa leşkeran de hatibûn qetilkirin bilind kirin.

Ji 7 salî heta 70 salî berê xwe dan Amarayê

Welatiyên bi cil û bergên Kurdî û xemla kesk, sor û zer bi berzkirina dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Rojbûna tê pîroz be ey Serok Apo” derbasî xaniyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn, bi ketina hundirê xanî de dilsoziya xwe ya ji bo Abdullah Ocalan nîşan dan. Girseyê li vir demeke dirêj govend gerand û dirûşm berz kirin. Ji 7 salî heta 70 salî welatî bi coşeke mezin rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Pîrozbahiyê bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di rêzgirtinê de girseyê bi dengekî sirûda Çerxa Şoreşê xwend. Piştî rêzgirtinê bernameya pîrozbahiyê dest pê kir. Pîrozbahî li sînevîzyona qala zayîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşîna vejîna gelê Kurd û hemû gelên bindest dike, hat temaşekirin. Her wiha di sînevîzyonê de axaftin û gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî cih girtin.

Pîrozbahiyê bi axaftina Çetîn Arkaş ku demekê li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi hev re mabûn û piştî 34 salan hatibû berdan berdewam kir. Çetîn Arkaş dema dest bi axaftinê kir girseyê bi dengekî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.

‘Heta Rêber Ocalan azad nebe ji bo me roj tune ye’

Aktivîsta TJA’yê Adalet Fîdan di pîrozbahiyê de axivî, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Em li vir daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Em ê jî ji bo avakirina jiyana komînal tax bi tax, mal bi mal xwe bi rêxistin bikin û berxwedana xwe mezin bikin.

Heta azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk neyê roj ji me re tune ye. Em ê ji bo mezinkirina rêxistina xwe têkoşîna xwe mezin bikin.”

‘Rewşa Serok li wir xeter e’

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan jî xêrhatina mevanan kir û ev tişt got: “Em li mala Serok rojbûna wî pîroz dikin. Ji niha û şûnve divê em têkoşîna xwe mezin bikin û Serok ji wir derxin, bînin nava gelê wî. Rewşa Serok li wir xeter e. Divê em ji niha şûnve xebata xwe li ser azadkirina Serok mezin bikin. Ez gotineke Serok jî parve bikim; Serok got: ‘Divê ji niha şûnve hemû rêxistin û saziyên me xebatên xwe bi Kurdî bikin. Siyasetmederên me yên Kurd dema hatin vir divê Kurdî biaxivin. Bi tenê çend gotinan Kurdî û piştre jî bi Tirkî axaftin nabe.’ Rojbûna Serok li me hemûyan pîroz be.”

Piştî axaftinan welatiyekî helbesta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivisîbû xwend û daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kir.

Girseyê bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” bi coşeke mezin rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de pasteyeke sembolîk a hatibû amadekirin jî hat birîn. Pîrozbahiya rojbûnê bi berzkrina dirûşman û gerandina govendê bi dawî bû.