Li Afganistanê ‘Rêya Mirinê’ bûye şahidê qetilkirina bi sedan ciwanan

Riya navenda eyaleta Vardak a Afganistinê ku weke ‘riya mirinê’ tê zanîn, bûye şahidê qetilkirina bi sedan ciwanan.

BAHARÎN LEHIB

Maidan Shahr- Li eyaleta Vardak a Afganistanê ku gelên Peştun, Tacik û Hazara lê dijîn, bi ocaxên madenan bi nav û deng e. Beriya Talîbanê baregeha herî mezin a DYA’yê li vê eyalete bû. Weke herêma ku herî zêde Talîbanê li xwe bi rêxistin kiriye û komkujî pêk aniye tê zanîn.

Li eyaleta ku piraniya şêniyên wê xizan in, Talîban bi taybetî li ser gelê Peştun xwe bi rêxistin dike. Ev bi salan e Talîban çûyîna zarokan a dibistanê û têkiliya wan a bi cîhana derve re asteng dike, hewl dide milîtanên ku nafikirin, lêpirsîn nakin û nizanin perwerde bike.

Riya mirinê...

Dema ku mirov dikeve eyaletê, li ser riya nevandî, nîşaneyên komkujiyên ku Talîbanê pêk anîne tên dîtin. Riya nevandî ya eyaletê bajarên din bi hev ve girê dide. Ji derveyî Kabîlê ketina gelek bajaran di vî riyê re derbas dibe. Ev riya ku endamên Talîbanê û leşkerên Afganistanê bi kar tînin li ser rê gelek çalakiyên komkujiyê hatine pêkanîn û bi dehan mirov hatine kuştin. Rê di nava gel de weke ‘riya mirinê’ tê zanîn, tê fikirîn ku Talîban bi taybetî li ser vê riyê mirovan qetil dike. 

Careke din Talîban û zilm û zora li dijî zarokên keç!

Talîban ji 15’ê Tebaxa 2021’ê ve ji dema ku rêveberiya Afganistanê desteser kir ve heta niha di serî de zarokên keç, gelek beşên wê ji ku ji bo xwe bi kar bîne, zext îşkence û komkujiyê li dijî wan dike. Qad, cade, kolan bû navenda pêkanînên dijmirovî yên Talîbanê. Lê belê jinên bi cesaret ên Afganistanê ku dest ji têkoşînê bernedan, di her derfetê de tiştên ku jiyane bi cîhanê re parve dikin.