Li Afganistanê krîza tenduristiyê: Jiyana dayik û pitikan di xeterê de ye

Li Efganistanê gihîştina lênêrîna tenduristiyê pirsgirêkek cidî ye, bi taybet ji bo jinên ku li gund û deverên dûr dijîn. Li şûna ku hikûmeta Talîbanê ji pirsgirêkan re çareseriyan bibîne, qedexe û zextên li ser bijîjkên jin girantir dike.

BAHARÎN LEHIB

Kabul –  Lênêrîna tenduristiyê li her welatekî bingeha pêşketina domdar û başbûna civakî ye. Li welatên ku şer û zordarî lê zêde ne, xizmetên tenduristiyê destpêkê zirarê dibînin. Afganistan jî yek ji van welatan e. Di raporên rêxistinên navneteweyî yên ku di van sê salên dawî de piştî desthilatdariya Talîbanê hatine amadekirin de, gelek caran bal kişandine ser nebaşbûna binesaziya tenduristiyê û zexta zêde ya li ser xebatkarên tenduristiyê. Tevî vê yekê jî ev pirsgirêk di salên dawî de ne tenê bêçareserî mane her wiha kûrtir bûne.

Tenduristî li Afganistanê, yek ji bazarên herî pêşketî yên karûbarên gelemperî ye. Amarên ji bo Afganistanê ku her sal ji hêla hinek hukûmet û rêxistinan ve tên weşandin gelek caran nerast in û deverên dûr nagirin nava xwe. Mixabin ev wêneyê neyînî her diçe xirabtir dibe. Di van bîst salên dawî de, di dema hebûna hêzên Amerîkayê de, bi milyaran dolar bi riya hinek rêxistinan derbasî Afganistanê bûye. Beşek ji vê alîkariyê ji bo başkirina xizmetên tenduristiyê hat veqetandin. Lê belê, piraniya van pereyan li cihê ku ji bo tendirustiyê were bikaranîn an bi awayên cuda hatine bikaranîn an jî hatine dizîn.

Li ser vê mijarê bijîjk Roya Adel a li Kabulê ku pisporê welidandin û jinan axivî.

‘Di nexweşxaneyek de her şev ji 150 zêdetir zarok ji dayik dibin’

Dr. Roya Adel diyar kir ku derfetên kêm ên nexweşxaneyan rê li ber dermankirina nexweşan digre û wiha got: “Hejmara nivînan pir hindik e, derman tune ye, amûrên muayeneyê têr nîn in lê bijîjk bi her awayî hewl didin jiyana dayik û pitikan rizgar bikin.”

‘Li nexweşxaneyan ji bo jinan buroyên teftîşa olî hatin vekirin’

Roya Adil, diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê ya Talîbanê li şûna başkirina xizmetên tenduristiyê, giraniyê dide ser sînordarkirin û tepeserkirina qadên karên bijîjkên jin û wiha got: "Her roj dema em dest bi kar dikin, karmendek wezaretê li ber derî radiweste û kontrol dike ku jinên karker cil û bergên 'nebaş' li xwe nekin. Rewşa xirab a bijîjk û nexweşan qet nayê gotin."

Karesata mirovî li ber derî ye

Rewşa tenduristiyê ya niha li Afganistanê, bi taybetî jî gihandina tenduristiyê ya jinan di krîzê de ye. Kêmasiya derfetan, tunebûna derman û amûran û zêdebûna zextên olî û civakî yên li ser personelên tenduristiyê, jiyana bi hezaran mirovan dixe metirsiyê. Ger civaka navneteweyî û saziyên pêwendîdar zû gavan neavêjin, ev krîz dibe ku veguhere karesateke mirovî ya berfireh.