‘Li Afganistanê ji ber guherîna avhewayê bi milyonan zarok bedelên giran didin’
Li gorî rapora ku Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihandiye dibêje ku ji sedî 75 zêdetir zarokên li Afganistanê di bin xetereya hişkesaliyê de dijîn.
Navenda Nûçeyan – Guherîna avhewayê êdî tenê gefek ji bo pêşeroja Afganistanê nîne û veguheriye krîzek ku rasterast bandorê li jiyana bi mîlyonan zarokan dike.
Li gorî raporê, nêzîkî 41 ji sedî zarokên li Afganistanê, an jî zêdetirî 8.8 mîlyon, di heman demê de bi kêmî ve sê gefên cûda yên avhewayê re rû bi rû ne. Ev yek krîza jîngehê ya ku di salên dawî de kûrtir dibe û bandora wê li ser zarokan nîşan dide.
Li gorî daneyên UNICEFê, Afganistan yek ji wan welatên li Başûrê Asyayê ye ku zarok herî zêde ji guherîna avhewayê bandor dibin. Germahiya bilind, hişkesaliyên dirêj, lehiyên wêranker, toz û bahozên qûmê, û pêlên germahiya zêde jiyana bi mîlyonan zarokan tehdît dikin.
Herî kêm 1.7 mîlyon zarok ji lêhiyê bandor dibin
Wekî din, ji nîvê zêdetir zarokên li seranserê welêt rastî pêlên germahiya zêde tên, di heman demê de herî kêm 1.7 mîlyon zarok rasterast ji lehiyên çeman bandor dibin.
Pispor dibêjin ku her çend krîza avhewayê bandorê li hemû zarokan dike jî, keç bi encamên pir girantir re rû bi rû dimînin.
Li gelek deverên Afganistanê, keç berpirsiyarê dabînkirina avê û beşek girîng ji karên malê ne. Ji ber kêmbûna çavkaniyên avê û zêdebûna zehmetiya gihîştina ava paqij, keç neçar in ku rêwîtiyên mesafeyên her ku diçe dirêjtir bikin.
Zextên zêde ji ber krîza avhewayê herê zêde zarokên keç bandor dike
Ev rewş ne tenê rîskên fîzîkî zêde dike, lê di heman demê de dibe sedema dûrketina wan ji perwerdehiyê jî. Pispor destnîşan dikin ku zextên aborî yên ji ber krîza avhewayê dibin sedema rîska keda zarokan, devjêberdana dibistanê û zewaca bi zorê ya zû jî zêde dike.
Li gorî parêzvanên mafên zarokan, her ku rewşa aborî ya malbatan xirabtir dibe, keç dibin yek ji komên ku herî zêde ji encamên xizaniyê bandor dibin.
Raporek UNICEF’ê eşkere dike ku pirsgirêka kêmbûna xwarinê ya akût li Afganistanê xirabtir dibe. Rêxistin diyar dike ku şert û mercên jiyana bi mîlyonan zarokan ji ber guherîna avhewayê ku debara wan xera dike, hîn xirabtir dibin. Texmîn nîşan didin ku bi mîlyonan zarokên di bin pênc salî de dê îsal ji ber kêmbûna xwarinê hewceyê dermankirina bilez û lênihêrîna tenduristiyê bin.
Kêmbûna xwarinê zirarên mayînde dide derûnî û laşê zarokan
Kêmkirina hilberîna çandiniyê, zirara li erdên çandiniyê ji ber hişkesaliyê û lehiyê û zêdebûna bêewlehiya xwarinê wekî sedemên bingehîn ên pirsgirêkê têne destnîşan kirin.
Pispor hişyar dikin ku kêmbûna xwarinê di salên pêşîn ên jiyanê de dikare bibe sedema zirara mayînde li pêşkeftina laşî û derûnî ya zarokan.
Afganistan di salên dawî de gelek caran rastî bûyerên hewayê yên dijwar hatiye, wek ziwabûna dijwar û lehiyên wêranker. Van karesatan bi hezaran mal û erdên çandiniyê wêran kirine. Van karesatên jîngehê çavkaniyên avê û dahata malbatan kêm kirine û bi hezaran kes neçar kirine ku ji malên xwe birevin.
Ji ber avhewayê koçberiya bi darê zorê zarokan berbi xetereyên mezin ve dibe
Ji ber avhewayê koçberiya bi darê zorê zarokan dixe xetereyên wek nebûna perwerdehiyê, kêmbûna xurekê, nexweşî û îstismarkirinê. Jin û keç bi taybetî ji ber newekheviyên civakî û gihîştina sînorkirî ya çavkaniyan zirarê dibînin.
UNICEFê ji civaka navneteweyî xwest ku bi lezgînî piştgiriyê bide û diyar kir ku zarokên Afganî yek ji komên herî xeternak ên cîhanê ne li hember guherîna avhewayê. Rêxistinê tekez kir ku pêdivî bi zêdekirina veberhênanê di gihîştina ava paqij, ewlehiya xwarinê, lênihêrîna tenduristiyê û bernameyên adaptekirina guherîna avhewayê de heye. Li gorî pisporan, krîza avhewayê li Afganistanê ne tenê pirsgirêkek jîngehê ye; ew pirsgirêkek mirovî ye ku rasterast bi mafên zarokan, tenduristiya giştî û pêşeroja welêt ve girêdayî ye.
Tevî ku di belavbûna gazên serayê yên cîhanî de pir hindik beşdar dibe jî, Afganistan yek ji wan welatan e ku herî zêde ji krîza avhewayê bandor bûye. Bedela herî mezin ji hêla bi mîlyonan zarokan ve tê dayîn ku di afirandina vê krîzê de tu rola wan tune ye.