Li Afganistanê di salek de bi hezaran kes di qezayên trafîkê de mirin
Li Afganistanê qezayên trafîkê, veguherî qeyranek ku her sal jiyana bi hezaran jin, zarok û kesan digre. Rêyên ne ewle, ajotina xeternak û bicîh ne anîna qûralên trafîkê, welat rêjeyên herî bilind ên qezayên trafîkê û mirinê re rû bi rû dihêle.
BAHARAN LEHÎB
Kabîl- Li Afganistanê pirsgirêkek civakî ya cidî ku her sal jiyana bi hezaran kesan digre, qezayên trafîkê yên ku wesayît û amûrên din ên veguhestinê dibin sedem e. Ev rewş, tenê di aliyê mirovahî de karesatek nafirîne, di heman demê de bandorên kûr ên aborî, civakî û çandî li ser malbat û civakan jî dihêle. Afganistan, bi rêyên ne ewle, ajotina xeternak û bicîhanîna qels a pîvanên trafîkê, xwedî yek ji rêjeyên herî bilind ên qezayên trafîkê û mirinê ye.
Nêzî 192 jin û 447 jî zarok di qezayan de mirine
Dane, nîşan didin ku li Afganistanê di 10 mehan de di qezayên trafîkê de zêdetirî hezar û 600 kes mirine û zêdetirî 4 hezar kes jî birîndar bûne. Di nava kesên ku mirine de nêzî 192 jin û 447 jî zarok hene. Ev yek eşkere dike ku komên bi gelemperî di ajotinê de rola herî kêm dilîzin, ji ber bêxemiyê û pergalek qels lê rast tên, çiqas di nava xetereyê de ne. Li Efganistanê, qezayên trafîkê salane ji gelek welatên din zêdetir tên ragihandin. Mînak li gorî rapora Khaama Press, zêdetirî 4 hezar û 278 qeza çêbûne û di encamê de jin û zarok jî di nav de hezar û 1 kes mirine, 5 hezar û 996 kes jî birîndar bûne. Di tenê çend mehên sala 2025’an de, li ser rêya Kabîl-Qendeharê ya xwedî rêyên trafîkê ya qerebalix e, zêdetirî 295 qeza çêbûn û 504 kes bi bandor bûn. Di encamê de 10 jê jin û 27 jê zarok gelek kes mirin û birîndar bûn.
Di qezaya otobusê de 79 kes mirin
Yek ji mînakên herî trajîk ên sala 2025’an, qezaya otobusê ya li Heratê bû. Di encama qezayê de 17 an jî 19 jê zarok herî kêm 79 kes mirin. Qeza ji ber ku otobûsa rêwiyan û kamyonek mazotê li hev qelibîn çêbû û bû sedema şewatek mezin. Lewma hejmara kesên ku mirine, zêdetir bû. Ev îstatîstîk, nîşan didin ku li Afganistanê qezayên wesayîtan pir gelemperî û xwînî ne û têgihîştina sedemên vê rewşê, dibe alîkar ku sedemên rêjeyên qezayên ewqas bilind bên eşkerekirin.
Rêya xirab û leza zêde
Yek ji sedemên sereke yên bilindbûna rêjeyên qezayên, rewşa xirab a rê û binesaziyê ye. Gelek rê hê jî ax in an jî asfaltên xirab in û nebûna nîşanên trafîkê yên standard in. Bi taybetî li herêmên çiyayî yên ku piraniya welat pêk tînin, rê gelek xeternak in. Sedema din jî ew e ku ajokar bi leza zêde diajon û pîvanên trafîkê paşguh dikin. Gelek ajokar, sînorên lezê derbas dikin, pêşdeçûnên xeternak dikin û di şert û mercên hewayê yên xirab de bêyî tedbîrên pêwîst bigirin, erebeyan dajon.
‘Duaya rê’ bizanibe dikare ehliyet bistîne
Lawaziya pergala ehliyet dayîn û perwerdehiya ajokaran jî faktorek girîng e. Gelek caran mirov bêyî perwerdehiyek rast an ezmûnên cidî ehliyetê digrin û ji bo rêyên dijwar jêhatîbûna ajotinê ya têrker tuneye. Li Rêveberiya Trafîkê ya Talîbanê, her şofêrê ku 'duaya rê' bi bîr dianî, dikaribû ehliyeta ajotinê bistîne. Nepêkanîna bi awayekî cidî ya qûralên trafîkê, paşguhkirina bikaranîna kembera ewlehiyê û sînorên lezê, dibe sedem ku ajokar rîskan cidî negrin. Li Afganistanê, nîşanên ewlehiyê yên bingehîn û bicîhanîna mekanîkî ya qanûnan, hema bejê qet tuneye.
Li gelek herêman, gel pîvanên trafîkê baş nizane
Hebûna wesayîtên pir kevn û ne ewle jî xetereyek cidî çêdike. Ev wesayît bi gelemperî li ser rêyên xirab erze didin û di bûyera qezayekê de ji ber ku alavên ewlehiyê yên mîna balîfên hewayî an gewdeya sexlam nîne, rêwî bi awayekî giran birîndar dibin. Her wiha, gelek ajokar dema rêyên dirêj û bêyî rawestgehên bêhnvedanê bikar tînin, di bin bandora tiryakê an jî westandina pir de wesayîtê dajon. Ev rewş, xetera xeletiya mirovan bi awayekî cidî zêde dike. Nebûna zanîna têr a gel a di mijara pîvanên trafîkê û rîskên ajotinê de sedemek din a qezayan e. Li gelek herêman, gel pîvanên trafîkê baş nizane û perwerdehiya giştî pir kêm e.
Di trafîkê de komên herî bê parastin jin û zarok in
Piraniya qezayan, li deverên çiyayî û qelebalix ku nîşaneyê pir kêm in û rê ji hêla fîzîkî ve xeternak in çêdibin. Di şert û mercên wiha de, bêbaldariya herî biçûk jî dikare bibe sedema karesatê. Pergala çavdêrî û rêveberiya trafîkê ya qels, nebûna kamerayên lezê an jî pergalên hişyariyê ya li deverên xeternak, faktorên din e ku qezayan zêde dikin. Li gorî raporan, piraniya kesên ku di qezayan de dimrin, jin û zarok in. Jin û zarok dema ku bi malbatên xwe rêwîtiyê din an jî veguhestina giştî bikar tînin, zêdetir di bin xeterê de ne. Di bûyerên mîna qezaya Heratê de, hejmareke mezin ji jin û zarokan mirin û ev yek jî nîşan dide ku komên herî bê parastin, ji qelsiya pergala trafîkê jî herî zêde bandor dibin.
Faktorên mirovî, teknîkî û yên binesaziyê
Bi gelemperî tevlîheviya faktorên mirovî, teknîkî û yên binesaziyê di avabûna vê qeyranê de rolek dilîze. Heta ku rê ewletir nebin, perwerdehiya ajokaran zêde nebe û sepandina qanûnê baştir nebe, rêjeyên qeza û mirinê ya li Afganistanê dê bilind bimîne. Ev rewş, hewce dike ku bi rêya hişyariya zêde, binesaziya çêtir û sepandina qanûnê ya hişktir re, hejmara mirinên ji qezayên trafîkê yên li Afganistanê, kêm bibin.