Li Adenê ji bo zarokên keç perwerdeya hunera xîtabetê hat dayîn
Li Adenê bi perwerdeya hunera xîtabetê, zarokên keç hatin perwerdekirin, di warê axaftina li pêşberî civakê û kontrola deng de potansiyela wan a pêşengî û xwebaweriyê derket hole.
FATIMA REŞAD
Aden – Li Adenê xwendekarên keç ên ku tevlî perwerdeya hunera xîtabetê bûn, diyar kirin ku perwerde di jiyana wan de bûye xaleke girîng û gotin ku bi perwerdeyê xwebaweriya wan zêde bûye û êdî dikarin li pêşberî civakî biaxivin. Zarokên keç ên Yemenî, armanc dikin ku bi kursên asoyên wan berfireh dikin û dibin sedem ku bi awayê bihêztir li jiyanê binêrin xwe bi pêş bixin.
‘Ji bo peşxistina kêrhatiya zarokên keç’
Dîrektora Weqfa Jobbeh Shabbers a li Adenê, Heba Fahîm Heyder, wiha got: “Bi wesîleya Roja Mafên Zarokên Cîhanê, ji bo ku zarokên keçik bikaribin di warê xwendinê de xwe bi pêş bixin û teşwîqkirina axaftina baş bi zimanê Erebî her wiha ji bo ku li pêşberî civakê bibin xwedî hunera axaftinê; me kursa perwerdeyê li dar xist. Lewre ev behre dê di demên pêş de, di bazara kar de ji wan re pêwist be.”
Heba Fahim Heyder, di berdewamiya gotinên xwe de wiha got: “Di roja me de pêdivya zarokên keç zêdetir bi eleqeyê heye. Bi van kursên ku em ê bi wesîleya Roja Mafên Zarokên Cîhanê li dar dixin de, me derfeta vê eleqeyê dît. Bi taybetî li Adenê bi pêşengiya yek ji kesên navdar ên di warê perwerdekirina zarokên keç de, Nûr Heyder, me dest bi perwerdeyê kir û ji tecrubeyên wê sûdê girt. Ez dixwazim balê bikşînim ser girîngiya perwerdekirina zarokên keç di temenê zarokatiyê de. Her wiha vê perwerdeyê me bi hevkariya Pirtûkxaneya Maswat ku destekek zêde dide zarokan hat lidarxistin.”
‘Ji bo zarokan derfetek girîng e’
Mudura Pirtûkxaneya Zarokan Maswat Wafaa Ahmed Ghaleb jî diyar kir ku kurs ji bo zarokan bi kêf û sûdwer derbas bûye, bi wê fêrî kontrola tonên deng bûne û bi saya wê behreya axaftinê û axaftina bi awayê xwebawerî bi pêş xistine. Wafaa Ahmed Ghaleb her wiha da zanîn ku dê bi vê tecrubeyê di pêşerojê de di warê akademîk û profesyonel de sûdê bibînin.
Farah Ahmed a ku tevlî kursa perwerdeyê bû wiha got: “Min ji vê kursa ku li ser hunera axaftinê ji bo zarokan hatibû dayîn pir sûd girt. Di navbera beşdaran de fêrî ruhê hevkariyê, awayê kontrola deng û pêşxistina tonên her dengî li gorî xweseriya wê bûm. Her wiha min dît ku jin di civakê de xwedî rola sereke ne û ji bo ku bikaribin behreyên xwe derxin holê û bigihîjin armanca xwe divê bixebitin.”
Asil Jassim jî got ku bi saya kursê dikare li pêşberî mirovan bi xwebawerî biaxive û di pêşerojê de dê ev yek ji bo malbata wê û civakê bibe çavkaniya şanaziyê. Her wiha bal kişand ku di dema perwerdeyê de li ser xebitandina ziman û kontrola deng kûr bûye, vê yekê jî di warê axaftina baş de jê re bûye alîkar.
Dixwaze bibe weşanger û helbestvan
Doha Bassam jî bi gotinên; “Min ji kursê pir sûd girt. Ez êdî dizanim tonên dengan çawa kontrol bikim û dewlemend bikim. Her wiha ez fêr bûm ziman rast bi kar bînim” diyar kir ku armanca wê ew e di pêşerojê de bibe weşanger û helbestvan û vê yekê gava peşîn a ji bo gihîştina xeyalên wê ye.
Cennet Hanî jî bal kuşand ku perwerde ji bo wê pir girîng e, fêr bûye bi zimanê baş rexne bike û da zanîn ku di pêşerojê de û di jiyana xwe ya rojane de dê tu kesê rencîde neke û bi awayê erênî rexne bike.