Li Şêx Meqsûd agirbestek qismî hat îlankirin
Meclîsa Gel a Şêx Meqsûd diyar kir ku li taxê agirbesteke qismî hatiye îlankirin û hewldanên ji bo derxistina sivîlên birîndar, jin û zarokan didome.
Navenda Nûçeyan – Meclîsa Gel a Şêx Meqsûd diyar kir ku li taxê agirbesteke qismî hatiye îlankirin.
Meclîsa Gel a Şêx Meqsûd ev agahî parve kirin:
“Di van kêliyan de li taxa Şêx Meqsûd agirbestekî kismî heye û hewildanên ji bo tehlîyekirina sivîlên birîndar, jin û zarokên li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir berdewam dikin.”