‘Li Şêx Meqsûd û Eşrefiye sûcê şer tê kirin’
Kongra Star şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn û berxwedana dîrokî ya li ku taxên Helebê siav kir.
Navenda Nûçeyan – Kongra Kongra Star a bajarê Dêrîk û Gige Lge bi daxuyaniyekê êrişên komên çete yên girêdayî HTŞ’ê û dewleta Tirk ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin, her wiha şehîdên Komkuijya Parîsê bi bîr anîn.
Kongreya Star bi daxuyaniyek êrîşên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê û dewleta Tirk li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kir. Ev daxuyanî di çarçoveya bîranîna şehîdatên qirîna Parîsê ya yekem de hat xwendin؛ ku di 9’ê Kanûna Duyem 2013’an de li Parîsê bi destê îstîxbarata Tirkiyê hatin kuştin.
Daxuyanî li Qada Şehîd Xebat a bajarê Dêrîkê ji aliyê hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk li Kantona Cizîrê, Ayhan Murad xwendin.
Di daxuyanî de hate gotin ku bîranîna Sakîne Cansiz û hevalên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bûn sembûla berxwedana jinên azad û gelên kurd wê her di dilê me da bijîn.
Kongra Star di derbarê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de jî wiha got: “Komên çete û dewleta tirkiyê sucên şer dide meşandin.”
Di daxuyanî de hate diyar kirin ku ev êrîş dê iradeya gelê nêşikîne û piştgiriya xwe ji bo berxwedana gelê Helebê diayr kirin.
Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî, Neteweyên Yekbûyî jî hat kirin ku berpirsiyariyên xwe rabin.