Li Şengalê têkîldarî xweparastinê semîner hat dayîn

Di çarçoveya kampanyaya xwe parastinê ya TAJÊ de ji aliyê fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê ve li ser parastinê semînerek hat lidarxistin û hat gotin ku xweparastin tenê aliyê leşkerî nîn e ji alî ve divê çêbibe.

Şengal - Di çarçoveya kampayaya ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê’ de ku di 8’ê Adarê de ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hatiye destpêkirin, duh li Meclisa Giştî ya Şengalê semînerek hat lidarxistin. Semîner ji aliyê fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ve hat birêxistinkirin. Endama Koodînasyona TAJÊ Neam Bedel û fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî ve semînerê dan.

Axaftina destpêkê ya semînerê ji aliyê endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel ve hat kirin. Neam Bedel bal kişand ser girîngiya xweparastinê û diyar kir ku kombûna wan a li ser xweparastinê ji bo dijmin bersiva herî mezin e.

Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an

Piştî axaftina Neam Bedel, fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî li ser girîngiya xweparastinê axivî. Viyan Hebabî ku di destpêka axaftina xwe de kesên di fermanê de hatin qetilkirin bi bîr anî, bal kişand ser hedef û armanca fermana 3’yê Tebaxa 2014’an.

Fermandar Viyan Hebabî diyar kir ku hemû cîhan dizane armanca fermanê çi bûye û ji aliyê kîjan hêzê ve hatiye kirin û wiha got: “Di sala 2014’an de me dît ku armanca fermanê bi temamî ji holêrakirina bîr û baweriya civaka Êzidî bû. Heta niha weke hejmar tenê behsa 74 fermanan tê kirin. Dijmin xwest bi fermana 74 bi temamî bigihîje armanca xwe û bibe fermana herî dawî ya tunekirina civaka Êzidî. Mayîna Êzidiyan a Şengalê û neterikandina wê, bi tena serê xwe berxwedan e û cihê rûmetê ye. Şengal cihê stara miletê me ye, ev heqîqetek e. Civîna me jî li ser vê esasê ye.”

DAIŞ’ê çima yekser jinan kir hedef?

Di berdewamiya axaftina xwe de Viyan Hebabî destnîşan kir ku di fermanê de herî zêde kesên êş kişandin û heta niha jî dikşînin jin in û wiha pêde çû: “Bi nêzbûna salvegera fermanê re ji aliyekî ve li hemberî hovîtiya ku hat kirin, hêz û berxwedana me zêde dibe lê ji aliyê din ve jî ji ber êşên ku hatin kişandin em diêşin. Bi wesîleya kampanya TAJÊ ku di 8’ê Adarê daye destpêkirin û dê heta 3’yê Tebaxê bidome, em dixwazin balê bikşînin ser girîngiya xweparastinê. DAIŞ’ê dema êrîş kir çima yekser jinan kir hedef? Yek; heqîqeta jiyanê li dora jinan hatibû avakirin, ya duyemîn jî parastina vê heqîqetê ji aliyê jinan ve dihat kirin. Ji ber ku jin parêzvanên civakbûnê ne, yekser DAIŞ’ê wan kir hedef.

Di  civaka Êzidî de jin û dayik pîroz in lê em dikarin bibêjin ku di roja me ya îro de bandora pergalê li ser me jî kiriye. Biçûkdîtina jinan, wek îrade nedîtina wan û hwd. Kolebûn, eciqandin, zilm dîtin, rastî tundiyê hatin, tunehesibandin û hwd. ne qedera jinan e. Ma qedera jinên Êzidî bû ku rastî fermanê hatin û ketin destê DAIŞ’ê? Na. Tiştên hatin jiyîn û tên jiyîn ne qedera jinan e. Em dikaribûn vê biguherînin lê nebû ji ber em ne di ferqa xwe de bûn. Em ne di wê zanebûnê de bûn ku bibêjin dê fermaneke wisa bê serê me. Ger em di wê zanebûnê de bûna dê fermaneke wisa giran bi serê me ve nehats lê bes rastiyek heye tevî ewqas fermanan jî ruhê berxwedanê di nav Êzidiyan de tune nebûye.”

Meşandina siyaseta zirav

Fermandar Viyan Hebabî bal kişand ser siyaseta zirav ku li ser civaka Êzidî tê meşandin û ev nirxandin kir: “Bi fermanê re nikaribûn me tune bikin lê bes em li piştî fermanê binêrin, siyaseta ku li ser civaka Êzidî tê meşandin berdewama fermanê ye. Tişta ku bi DAIŞ’ê xwestin bikin pêk nehat, niha jî dixwazin bi siyaseteke zirav pêk bînin. Beriya fermanê tişt û bûyerên bêexlaqî ewqas di nava civaka me de tunebû yan jî pêk nedihat lê bes bi polîtîkayên li ser Êzidiyan tên meşandin û bêserûber bikaranîna teknolojiyê bêexlaqiyê zêde kiriye. Ji ber siyaseteke ewqas zirav li ser me tê meşandin bêyî ku haya me jê çê bibe em ji çand û kevneşopiya xwe dûr dikevin. Ji ber ji aliyê dijmin ve meşandina siyaseta zirav a li ser nifşên nû xeterê li ser Êzidayetiyê çêdike. Ger wisa biçe û em civaka Êzidî li hemberî vê tiştî ne şiyar bin dê ji sedî sed li ser Êzidayetiyê xeterî hebin.”

 ‘Parastin tenê bi hilgirtina çekê pêk nayê’

Fermandar YJŞ’ê Viyan Hebabî da zanîn ku xwe ji fermanan parastin tenê bi hilgirtina çekê pêk nayê û axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Parastina esasî ji aliyê siyasî ve xweparastin e. Ji ber ji aliyê siyasî ve niha li ser me êrîş heye. Ger em li hemberî êrîşên niha tehlîleke rast nekin xeterî li ser me heye. Ji ber vê divê ji du gotina me yek li ser parastin û girîngiya parastina Êzidayetiyê be. Divê em li hemberî her cure êrîşan bibin xwedî yek helwest û xwe bi rêxistin bikin. Ger yekitiya miletê hebe tu kes nikare tiştek bike. Xwe birêxistinkirin ji bo me Êzidiyan şert e. Di xweparastinê de hêza esasî gel e. Erka xweparastinê tenê aliyê leşkerî nikare pêk bîne. Rast e hêza leşkerî heta dawiyê dê şer bike lê ger gel ne bi hêza leşkerî re be, hêza leşkerî nikare xweparastinê pêk bîne. Ger em ji xwe û ji rêxistinbûna xwe bawer bin dijmin jî nikare bi me. Pêkanîna xweparastinê erka me hemûyan e. Ger em li hemberî tiştên derveyî civaka me ne xurt bin û xweparastina xwe pêk neynin em ê têk biçin. Em hemû ji parastina Êzidayetiyê û çanda xwe berpirsyar in. Em hemû li ber birêxistinkirina civaka xwe  berpirsyar in. Ger yekitiyeke xurt hebe dê berxwedan xurt be.”

Bandora bi awayê şaş bikaranîna teknolojiyê

Têkildarî mijarê hevseroka Meclisa Giştî ya Şengalê Emşê Korkorkî û şervana YJŞ’ê Nûda Şengalî ji ajansa me re axivîn û gotin ku parastin erka her kesê ye.

Hevseroka Meclisa Giştî ya Şengalê Emşê Korkorkî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bandora bikaranîna teknolojiyê ya li ser ciwanan û wiha got: “Ji ber bê zanîn bikaranîna telefon û teknolojiyê ciwanên me ji aliyê neyînî ve bi bandor dibin. Divê ciwanên me xwe ji van tiştan biparêzin. Parastin ne tenê bi çekê ye divê ji aliyê fikrî û îdeolojîk ve jî xweparastin hebe. Ji ber bêzanebûn bikaranîna medyaya dîjîtal exleqê ciwanan xirab dibe, ji çand û Êzidayetiyê dûr dikevin. Banga min ji ciwanan re ew e ku xwe û civaka xwe li hemberî hemû tiştên dijcivakî biparêzin.”  

Di xweparastinê de rola ciwanan

Şervana YJŞ’ê Nûda Şengalî jî destnîşan kir ku divê ciwan rola ku dikeve ser milên wan pêk bînin û ev tişt anî ziman: “Tişta esasî ku dikeve ser milên me jî parastin e. Ji bo me parastin ji her tiştî girîngtir e. Destpêkê divê em xwe biparêzin ji bo ku bikaribin civaka xwe jî biparêzin. Weke ciwan divê em bibin xwedî rêxistin û îrade û li hemberî fermanên li ser civaka xwe bibin bersiv. Divê em li dijî hemû cureyên êrîşên ku niha li ser civaka me pêk tê têkoşîneke hîn xurtir bidin meşandin.”

Valaderxistina siyaseta heyî

Di dawaiya axaftina xwe de Nûda Şengalî da zanîn ku hem ji aliyê leşkerî ve hem jî ji aliyê civakî ve, li dijî hemû êrîşan erka wan a esasî xweparastin e û ev nirxandin kir: “Heta em xwe neparêzin em ê her dem rastî êrîşan bên. Weke jin ji bo pêşîgirtina siyaseta qirêj a dijmin divê em xwe hîn zêdetir birêxistin bikin, di fikr û felsefeya Rêber Apo de xwe kûr bikin û  siyaseta heyî vala derbixin. Her wiha em nehêlin civaka me dubare rastî fermanan were. Ez hêvî dikim ciwanên me li hemberî hemû êrîşan bisekinin û erka ku dikeve ser milên wan pêk bînin. Ji aliyê din ve em ê heta dawiyê li dijî hemû cureyên êrîşên dijmin li ber xwe bidin, têbikoşin û nehêlin dubare civaka me rastî fermanan bê.”