Li Şengalê li dijî komkujiya Parîsê meş
Xelkê Şengalê komkujiya yekem ya li Parîsê ku di 9’ê Çileya 2013’an de pêkhat û di encamê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, bi meşekî girseyî şermezar kirin.
Şengal – Komkujiya yekem a Parîsê ku ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve pêk hat û di encamê de sê şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz (SARA), Fîdan Dogan (Rojbîn) Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin qetilkirin. Di 12’emîn salvegera komkujiyê de ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ve meşekî girseyî li Şengalê hat lidarxistin. Di meşê de pêyama bilindkirina her sê şoreşgerên jin hat dayîn.
Meş ji ber deriyê meclisa gel ya Sinûnê ta qada Mam Zekî dewam kir. Di meşê de ala ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser, wêneyên şehîdên komkujiya Parîsê hatin hildan. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî Sara Rojbîn û Ronahî û Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berzkirin. Li qada Mam Zekî piştî deqeyek rêz hat girtin li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) berdevka TAJÊ Rîham Hico daxuyanî hate dayîn.
Rîham Hico berdevka TAJÊ di daxuyanê de komkujiya parîsê û armanca wê bibîr xist û wiha got: “Di kesayeta şehîdên Parîsî yên komkujiya yekem û duyem de em hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin û soza xwe nû dikin. Em komkujiyên dûrî exlaq, tirsonek û durî wijdanê mirovahiyê şermezar dikin. Herd û komkujî li paytexta Fransa Parîsê pêk hat, cihê ku qaşo pir ewle ye. Pêşengên kurdan, pêşengên jinan û pêşengên hûnerê li Paytexta Fransa şehîd bûn. Rojane li herçar perçeyên welat êrîş li dijî kurd û kurdistanê têne kirin. Gelê Rojavayê Kurdistanê eve 14 sale tekoşîna azadiyê dimeşînin, xweseriya xwe ava kirin û di nava aramiyê de jiyan dikirin. Li seranserî herêmê îro bûne hedefa êrîşên dewleta Tirk ya dagirker. Li seranserî Rojava hêzên parastinê li hemberî hêzên tarî berxwedanekî mezin didin meşandin. Berxwedaniya ku li wir tê meşandin ji Şengalê ne qut e. Xeteriya li ser Rojava li ser Şengalê jî heye. Mînaka wê jî dema fermanê êrîşên li ser rojava û Şengalê bi hevre bûn.”
‘Tovên tekoşîna Sara me li ser piyan hişt’
Rîham Hico da zanîn ku ew ê li ser şopa Sarayan tekoşîna xwe dewam bikin û wiha got: “Jinên Êzidî û Kurd bihevre tekoşînekî mezin ji bo azadiya hemû jinan didin meşandin. Xelkê rojava ji bo piştevaniya hêzên xwe berê xwe dan çeperên şer, lê konvoya gel ji aliyê dewleta Tirk ve rastî êrîşan hat û komkujiyek li wir çêbû. Di wê êrîşê de rêveberiya rêxistina Zenûbya tevî 3 kesan şehîd bûn û birîndar jî hebûn. Dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî her kesî şer dikin, em jî vê dibêjin bav û bapîrên Erdogan ferman anîn serê me û em tune nekirin wê ji vir û şûnde jî me tune neke. Wê şengal bi pêşengiya jina fermandar û azad ber bi serkeftinê ve bimeşe. Em dev ji doza Sakîne, Leyla û Ronahî bernadin, em bi tekoşîna wan liser piyane. Gavên ku TAJÊ di Şengalê de avêtiye tovên 30 saliya tekoşîna Sara ne. Ta dawiyê emê li ser şopa wan tekoşîna xwe bidomînin. Wê tekoşîna Jin Jiyan Azadî biserbikeve û wê dijmin têk biçe û civaka me biserbikeve.”
Daxwiyanî bi siloganên .Jin Jiyan Azadî bidaw bû
‘Sara nimûneya me ye’
Şemê Remo Endama Kordînasyona TAJÊ ji ajansa me re axivî, jinên tekoşer bibîr anî û wiha got: “ Em di serî de şehîdên xwe bibîr tînin û soza xwe dûbare dikin ji wan re. Kesayetekî wekî heval Sara ku li Parîs hat hedef girtin ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve, êrîşek li dijî Tevgera Azadiya Jinê bû. ji bo ku rêxistina jin, tekoşîn û berxwedana jin asteng bike. Kesayeta Şehîd Sara cîhanî bû, pêşengeke jinê û tekoşîna Jinê ye. Rêber Apo dibêje yê ku heval Sara kire hedef min kire hedef. Heval Sara rêzana jiyana azad bû. Li dijî zilim û zorê mînak bû. Îro Sara mînake di cîhanê de. Ji bo jina Êzidî heval Sara pêşenga me ye û wê ji bo me nimûne û xeta her demî be. Pêwîste hemû jin xeta Sara ji bo xwe mînak bigrin û bi felsefa wê serî rakin û tekoşîn bikin. Heta ku jin azad nebe wê civak jî azad nebe. ”
‘Jina pêşeng di armanca êrîşan de ye’
Wedha Hecî Endama TAJÊ da zanîn ku pêwîste hemû jin tekoşîn bikin û serî rakin û wiha got: “Îro meşa me ji bo heval Sara û herdû rêhevalên wê ku li Parîsê şehîd bibûn, em wê êrîşê şermezar dikin. Her jinekî ku serî rake û liber xwe bide dibe hedefa êrîşan. Em rê nadin ku jin bêne hedef girtin û wê tu carî li pêşiya tekoşîna me neyê girtin. Di sala 2014’an de zilim hate serê jina Êzidî em qebûl nakin ku zilim û zor bê serê jinekê din. Divê jin serî rakin û tekoşîn bikin bitaybet jî jina Êzidî.”