Li Şengalê jiyan ji bo şehîdên Fermanê rawestiya

Îro li her derê Şengalê jiyan ji bo 3 deqeyan hat rawestandin û ji 7 salî heta 70 salî Êzidî li ber deriyê mala xwe, dikanên xwe û meclîsan tev li rêzgirtinê bûn û şehîdên xwe bi bîr anîn.

Şengal – Bi boneya 11’emîn salvegera Fermana 74’an li her dera Şengalê jiyan ji bo 3 deqeyan hat rawestandin. Di saet di 10:00’an de bi pêşenegiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser a Şengalê ji Herdanê heya Borik, Guhbel, Duhola, Dîgur, Sinûn û Xanesorê, ji navenda Şengalê heya Girzerik, Tilezêr, Sîba û Medîbanê herkes ji bo 3 deqeyan jiyanê dan sekinandin.

Gelê Şengalê li ber meclisên gel, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û meclisên TAJÊ, li ber mal û dikanên xwe tevlî vê rêzgirtina 3 deqeyan bûn.

Piştî rêzgirtinê ji bo birînanîn û şehîdên fermanê li ser rêyên sereke av hatin belavkirin.

Jinên Êzidî yên tev li merasîma rêzgirtinê û belavkirina avê bûn bi kurtasî hest û ramanên xwe bi ajansa me re parve kirin.

‘Em esîrên xwe û hestiyên windayên xwe dixwazin’

Jina êzidî ya bi navê Evîn Mirad Ehmed diyar kir ku ew bi çavên xwe fermana herî hov dîtin û da zanîn ku ew dixwazin hestiyên însanênwan ên ku ev 11 sal in li erdê ne û aqûbeta wan nayê zanîn, bidin wan û wiha got: “Êdî bes e dayik li ser wêneyên windahiyên xwe bigirîn. Divê însanên me bi taybetî jin ji destê DAIŞ’ê werin rizgarkirin û hestiyên mirov û windahiyên me radestî me bikin.”

‘3’yê Tebaxê bo me roja reş e’

Endama Meclisa Gel a Xanesorê Nafya Şengalî jî bi kurtasî ev tişt anî ziman: “3’yê Tebaxê ji bo me civaka êzidî roja reş e û em vê rojê wiha dibînin. Ji bo êzidiyan îro rojeke gelek zehmet û biêş e. Em îro di vê roja reş de şehîdên 74 fermanan bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.”