Li Şengalê jin bi peyama Abdullah Ocalan dest bi şahiya 8’ê Adarê kirin

Şahiya 8’ê Adarê ya li Şengalê bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo hemû jinan re şandibû, hat xwendin. Peyama Abdullah Ocalan ji aliyê jinan ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.

Şengal – Îsal 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Şengalê ji her derê cudatir, hîn girseyî û coştir tê pîrozkirin.

Jinên Êzidî û Ereb ku bi rojan ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê kar û xebat dan meşandin, îro bi cil û bergên xwe yên gelerî tev li şahiya 8’ê Adarê bû ku li Eywana Sînûnê pêk tê.

 Cihê ku şahî lê tê pîrozkirin, bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşma ‘Em bi Jin, Jiyan, Azadî nirxên şoreşa jinê biparêzin’, ‘Bi ruhê Jin, Jiyan, Azadî ber bi civaka demokratîk ve’ û bi gotina ‘Ev bang ji bo Êzidiyan ronesansek e. Di nava gelê êzidî de ku 73 caran hate qirkirin dê bibe destpêkek’ ku Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de ji bo civaka Êzidî anî bû ziman û rengên cur be cur hatin xemilandin.

Şahî piştî nîvro dest pê kir û bi sedan kes bi tev li şahiya 8’ê Adarê bû. Wekî her sal îsal jî jinên Êzidî û Ereb bi meş, dirûşm û tilîliyan derbasî şahiya 8’ê Adarê bûn. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên gelerî derbasî cihê şahiyê bûn ji aliyê girseyê ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.

Şahiya 8’ê Adarê bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo jinan şandibû hat xwendin. Peyama ji aliyê Berdevka Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Suham Şengalî ve hat xwendin.

Jinan bi coş û kelecanek mezin li pêyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdar kirin.

Piştî xwendina peyamê, koma dîlanê ku ji aliyê Çand û Hunera Stiya Nexşa ve hatibû amadekirin, derket ser dikê.

Şahî bi coş didome.