Li Şengalê ji bo rêzeçalakiyên fermana 3’ê Tebaxê daxuyanî hat dayîn
Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Şengalê û TAJÊ ji bo fermana 3’ê Tebaxê li Suka Serî ya navenda Şengalê daxuyanî hat dayîn. Ji hemû civaka Êzidî beşdariya çalakiyên bîranînê hate xwestin.
Şengal – Meclîsa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî(TAJÊ) bi nêzîkbûna fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a li ser Şengalê li Suka Kevin a li navenda Şengalê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê Azad Hisên ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de salevgera 12'emîn ya fermanê hat bibîranîn û gotin: “Em şehîd û qurbaniyên fermana 2014’an û cangoriyên ku ji bo her bostek xaka Şengalê li beramber terorîstên DAIŞ şer kirin û canê xwe feda kirin bibîr tînin. Dîsa em ji Tawisê Melek dixwazin ku her dayik, jin û zarokeke ku heta niha di destê DAIŞ'ê de ne rizgar bibin.”
Azad Hisên di axaftina xwe de bang li civaka Êzidî kir da ku beşdarî van bîranînên fermanê bibin û got: “em li ser navê Meclîsa Gel a Şengalê û hemû dezgahên wê kom bûne û bang li gelê xwe yê Êzidî dikin ku ji îro heta roja 3’ê Tebaxê vê rojê bibîr bînin. Em bang li kesayetên siyasî, rewşenbîr, dayîk, rûspî, oldar û eşîran dikin da ku di van rojan de werin li vir hazir bibin û em bikaribin bi hev re wê roja reş a 3’ê Tebaxê bibîr bînin”.
Azad Hisên korîdora mirovî ya ku gerîla bi canê xwe vekirin bibîr anî û got: “ Em ê li korîdora ku gerîla bi carnê xwe vekir û gelê me rizgar kir merasîmên bîranînê pêk bînin. Û emê di bin sîwana meclîsa gel de, civaka Êzîdî bînin cem hev û bibin dengên wan. Her wiha em ê dibin sîwana vê meclîsê de xwe rêxistin bikin û pêşî li fermanan bigirin. Ti kes û civak nikare bê siyaset bi rêve biçe, siyaset, fikirandin û felsefeya me jî di bingehê berjewendiyên gelê me de ye. Ji bo civaka me çi pêwîst bike emê wê bikin”.
Xalîde Şengalê jî girîngiya cihê ku lê amade ne anî bi bîr anî û got: “li Sûka Serî şerekî mezin qewimî û me gelek şehîd dan. Ev cîh ji bo me sembol e, û her sal çalakiyên xwe li vir li dar dixin. Her sal ji her derê dinyayê Êzidî tên vê derê û fermanê bibîr tînin”.
Fehda Birahîm ku ji sibehê ve li Suka Serî amade ye û beşdarî çalakiya konvedanê bûye jî salvegera fermana Şengalê bi bîr anî û got: “Me li vê sukê gelek şehîd dan û em hemû şehîdên xwe bibîr tînin”.
Beriya daxuyaniyê jî kon hatibû vedan û wêneyên qurbanî û şehîdên fermana 2014’an hatibûn daleqandin.