Li Şengalê girek nepenî û dîrokî: Girê Keçikan
Dayîkên Gundê Girê Keçikan ê li Şengalê, dibêjin ku jinan ax kişandine û ji xwe re ew gir ava kirine. Lê dema ku mirov daneyên ku tên ziman tîne gel hevdû, dikare bêje ku ew Girê Keçikan serpêhatiyeke dîrokî ya girêdayî jinan a di nava xwe de dihewîne.
ZEHRA ŞENGALÎ
Şengal- Di dîroka Rojhilata Navîn de li ser her erdnîgariyek şopên jiyana li dora jinê ava bûye, tên dîtin. Bi taybetî li ber qeraxên ava Dîcle û Firatê şopên jiyana li dora jinê ku hêjayî lêkolînê ne, di cîhana zanistê de mohra xwe li dîroka mirovahiyê dixin. Di her vedîtinekê de dîrok ji nûve tê şîrovekirin û her zanînek li dû xwe bi hezaran pirsan tîne. Girê Keçikan jî yek ji van ciyan e ku hê jî nayê zanîn ku çima ev gir weke girê keçikan hatiye binavkirin. Ji bo ku em hinek nepeniya vî Girê Keçikan nas bikin, me berê xwe da ser vê girê ku hê jî li benda naskirina dîroka xwe ye.
‘Gundê Tilbenet gundê Êzidiyan e’
Tilbenet ango Girê Keçikan, bi qasî 15 km ber bi Rojhilatê navenda bajarê Şengalê dikeve. Herdu navên vê derê jî ji aliyê xelkê gund ve tên bikaranîn. Gundê Girê Keçikan, bi qasî kîlometreyek dûrî Girê Keçikan (Tilbenet) hatiye avakirin. Xelkê gund ji berê de debara jiyana xwe li ser çandiniyê dikin. Dorbera girê keçikan deştek bi bereket xûya dike. Niha jî li derdora Girê Keçikan ceh û genim hatiye çandin. Gundê girê keçikan gundekî Êzidiyan e. Gundê Girê Keçikan jî weke du gundan tê binavkirin; gundê kevin û yê nû. Li Gundê Kevin hê gelek xaniyên axî hene, lê yê nû ji salên 1975’an û şûnve hatiye avakirin.
Şopên dagirkerî û fermanan
Di dema rêjîma Baasê û desthilatdariya Sedam de, di salên 1975’an de dema ku Êzidiyan ji çiyê derdixin û berê wan didin deştê, gundê Tilbenet yê nû tê avakirin. Navê gelek gundên Êzidiyan an bi Erebî an jî bi Tirkî ne. Gundên mîna Kizil Kent, Sulax, Til Qeseb, Til Izêr û Tilbenet, çend ji van ciyan e. Herêmên ku her tim rastî ferman, dagirkerî û êrîşên hêzên desthilatdar hatine, hêzên dagirker bi guhertina navên wan deran di wê erdnîgariyê de şopên xwe yên dagirkeriyê dihêlin. Li Şengalê jî em dikarin bêjin ku gelek şopên dagirkerî û fermanan hene. Li gel ku em di nava civaka Êzidî de rastî gelek şûnwarên pîroz ên Êzidiyan tên jî, gelek cîh jî bi navê xwe yî resen nayên zanîn.
Di her maleke gund de çîrok û serpêhatiyên fermanê hene
Gundê Tilbenet û Girê Keçikan jî yek ji wan ciyan e. Girê Keçikan mîna sînorek di navbera gundên Êzidî û Ereban de ye. Gundê Tilbenet dikeve Bakûrê Girê Keçikan û Gundên Ereba jî dikeve rojhilatê girê keçikan. Di gundê Girê Keçikan de eşîra Ezoyî, Reşka û Şahwanî dijîn. Piştî fermana 2014’an, gund ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tê dagirkirin û bi sedan mirovên vê gundî dikevin destê çeteyên DAIŞ’ê. Di her maleke gund de çîrok û serpêhatiyên fermanê hene.
Şûnwarên ku dîroka mirovahiyê dihewînin tê bîra mirovan
Di nava deşteke dûr û dirêj de avakirina gireke wiha bi navê Girê Keçikan, bi xwe re gelek pirsan ava dike. Heya niha li gelek deverên Kurdistanê di encama lêkolînan de di bin gelek giran de şûnwarên dîrokî yên bi destê mirovan bi taybetî bi destê jinan hatine avakirin hatine dîtin. Gava mirov vê Girê Keçikan jî dibîne ew şûnwarên ku di nava xwe de dîroka mirovahiyê dihewînin tê bîra mirovan. Me li ser vê Girê Keçikan ji dayîkên gund pirsa “Çima Gund navê xwe ji girê keçikan digre?” kir. Li ser gund tû belgeyeke nivîskî nîne. Me xwest em ji pîrejinan ango dayîkên gund pirsa dîroka Girê Keçikan bikin. Me pirsa xwe ji gelek dayîkan kir lê hemûyan jî heman bersiv dan me.
‘Jinan bi kişandina axê gir ava kirine’
Dayîkên gund ev bersiv dan me: “Pêşiyên me bi qasî ji mere gotin, ew girê keçikan ji aliyê jinan ve hatiye avakirin. Li gorî pêşiyên me digotin, jinan ax kişandine û ji xwe re ew gir ava kirine. Lê çima û ji ber çi sedemê girtiye nayê zanîn. Ji ber ku jinan ew gir ava kiriye navê gir bûye Girê Keçikan. Em jî nikarin sedî sed bêjin ku di bin vê girê Keçikan de şûnwarên dîrokî hene.”
Lê dema ku mirov hemû daneyên ku tên ziman tîne gel hevdû, dikare bêje ku ew Girê Keçikan serpêhatiyeke dîrokî ya girêdayî jinan a di nava xwe de dihewîne.