Li Şengalê derbarê 25’ê Mijdarê de ji bo mêran semîner hat dayîn

Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê li Meclisa Gel a Şengalê li ser girîngiya rojê ji hêla Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê ve semînerek ji bo mêran hat dayîn.

Şengal – Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinê de ku bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve tê meşandin, Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê li Meclisa Gel a Şengalê li ser girîngiya 25’ê Mijdarê  semînerek ji mêran re da.

Semîner ji hêla endama Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê Delîla Medya ve hat dayîn.

‘Gelek caran mêr dibêjin em azad û demokrat in lê...’

Di semînerê de Delîla Medya bal kişand çavkaniya tundiya li ser jinan û ev nirxandin kir: “Gelek caran dema em dibêjin, hevalên xort çi dibêjin, dibêjin tundî nîn e, em azad in, demokrat in, tu pirsgirêkên me nîn in û hwd. Ger wisa be çima ewqas di nav civakê de tundî û pirsgirêk hene. Ji bo vê pêwist e em bi hev re pirsgirêkên heyî, sedem û çavkaniyên tundiyê ji kokê ve çareser bikin. Em ê bi hev re di nav pergala xwe de, di nav mala xwe de li hemberî gelek tiştên şaş derkevin. Pêwîst e destpêkê em ji xwe dest pê bikin, bi taybetî mêr.”

Çavkaniya tundiyê û hemleya TAJÊ

Delîla Medya di axaftina xwe de bal kişand ser hemleya TAJÊ ku bi dirûşma ‘Xwe nekuje, her kuştinek fermanek e’ dabû destpêkirin û diyar kir ku TAJÊ li hember xwekuştinan û ji bo çareseriyan hemle daye destpêkirin û wiha got: “Destpêkê em ê ji nav mala xwe, ji hevalên xwe û ji civaka xwe destpê bikin û bi wan bidin famkirin. Çend cureyên tundiyê hene, tundî ne ew e ku tu bi fîzîkî pêk bînî, tundî destpêkê di mejî, fikir û ruhê însan de dest pê dike. Em ê ji malê destpê bikin heta dewletê biçin daku dewlet çawa pergala xwe ava kiriye û derbasî civakê kiriye. Dewlet li gorî xwe şekil dide civakê. Tiştên em dibêjin ne tiştên nû ne, ji roja ku Rêbertî rêxistin avakiriye heta niha vê tiştî dibêje. Dibêje ‘em ê li hemberî zihniyeta ku jin û civakê diperçiqîne bisekinin.’”

Semîner bi nîqaşan bi dawî bû.