Li Şengalê cejna Çarşema Sor bi girseyî hat pîrozkirin
Li Geliyê Kersê ya Şengalê cejna Çarşema Serê Nîsanê bi beşdariya gelek hunermend û koman bi awayeke girseyî hat pîrozkirin. Ji bo cara yekemîn Kolektîva ‘Sasê Êzî’ û komek Yarsan ji Rohhilatê welat derketin ser dikê.

Şengal – Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê îro li Geliyê Kersê ya Şengalê şahiyek bi boneya pîrozbahiya Çarşema Serê Nîsanê tuo lidarxistin. Ji bo pîrojbahiyê ji welat û derveyî welat gelek hunermend hatin vexwendin. Ji Bakurê Kurdistanê hunermend Arhat, ji derveyî welat Aydin Mirad, ji Rojhilat û Başûrê Kurdistanê Dilniya Xan û komeke Yarsan hatin vexwendin.
Şahî îro di derdora saet 14.00’an de bi dirûşmeya, “Banga Aştî û civaka demokratîk, bersiva li dijî 73 fermanên Êzidiyan e” bi deqîqeyek rêzgirtin ji şehîdên Êzidxanê û têkoşîna azadiyê re destpêkir.
Di şahiyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku dibêje “Wê ev bang bibe ronesansa Êzidiyan” hate xwendin û paşê jî hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo bi navê Rêveberiya Xweser peyamek da û cejnê li hemû Êzidiyan pîroz kir.
Kolektîva ‘Sasê Êzî’ ku ji tenbûrvanên Şengalê pêk tê, ji bo cara yekemîn di Çarşema Serê Nîsanê de derkete ser dike û hunera xwe pêşkêş kir.
Piştre Dilniya Xan û hunermendên Yarsan derketin ser dikê û stran gotin.
Şahî bi gerandina dîlanê bi dawî bû.