Li Şengalê bi nêzbûna 9’ê Cotmehê konê çalakiyê hat vedan

Bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî civaka Êzidî çalakiya konvedanê li Şengalê hat destpêkirin.

Şengal – Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser a Şengalê li Bexçeyê Serok Apo çalakiya konvedanê hat destpêkirin.

Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê û axaftina endama koordînasyona TAJÊ Şemê Remo dest pê kir. Konê Çalakiyê bi al û wêneyê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin her wiha pankartên bi nivîsa “Komploya 9’ê Cotmehê qirkirin e, kuştin û wêran e” hatibûn daliqandin. Cihê bi bîrxistinê ye ku wê çalakiya konvedanê heta sê rojan berdewam bike.

Di bin konê çalakiyê de endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo axivî û komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û wiha got: “Komploya 9’ê Cotmehê û plana li ser Şengalê ji hev ne cuda ne. Komploya 9’ê Cotmehê ne tenê ji aliyê dewleta Tirk ve ji aliyê dewletên navneteweyî ve hat kirin. 25 sal in serok di nava çar dîwaran de ye û di bin tecrîdeke giran de ye. Li kêleka komplo û planên qirêj jî dixwazin sîstema me ya xweseriyê di Iraqê de tune bikin. Em weke îrade xwe birêxistin dikin û birêve dibin. Iraq qebûl bike jî neke jî em karê xwe dikin. Xema me ew e ku em tecrîdê bişkînin. Şengal a şehîdan e, ya welatparêzan e. Kesên me qebûl nekin, em jî wan qebûl nakin. Em ê xweseriya xwe ava bikin û xwe birêve bibin. Her kes li Şengalê dizane ku komploya 9’ê Cotmehê çi ye û em li hemberî wê disekinin. Em li hêviya dijmin nîn in ku me qebûl bike, em li hêviya miletê xwe ne ku xwe birêxistin bike û li hemberî dijmin û neyaran bisekine.”

 ‘Şengal bi xwîna şehîdan ava bûye’

Endama Meclisa Borik Tewrê Hesen ji me re axivî û da zanîn ku tu kes nikare Şengalê tune bike û wiha got: “Em îro hatin vê derê me konê çalakiyê li Baxçeyê Serok Apo vagirt. 3 rojan wê çalakiya me berdewam bike. Em vê Komployê qabûl nakin û şermezar dikin çi ji destê me were û bikeve ser milên me em ê ji bo azadiya serokê xwe bikin. Em li ser doz û fikrên Rêber Apo ne û tu carî fikrên Rêber Apo ji serê xwe dernaxin. Ev roja destpêkê ye em li vir in. Armanca dijmin tunekirina Şengalê ye lê em tu carî nahêlin Şengalê tune bikin. Doza me her dem wê berdewam bike heta ku fikir û doza me biçe serî. Kesek ji me jî bimîne em nahêlin Şengal tune bibe. Şengal bi xwîna şehîdên me hatiye avakirin. Em nahêlin Şengalê tune bikin.”

‘Em tune nabin’

Endama Koordînasyona TAJÊ Ehram Îsmaîl jî wiha got: “Dijminên me her dem dixwazin di Cotmehê de li ser me plan û komployan çêbikin. Li ser Rêber Apo di vê mehê de komplo çêkirin, li Sarêkaniyê û Şengalê di heman rojê de ango 9’ê Cotmehê plan û komplo çêkirin. Xwestin plana Erbîl û Bexdayê pêk bînin. PADÊ jî girtin hemû hêza xwe bi kar tînin da ku rêxistinbûna me tune bikin. Lê em tune nabin. Miletê Êzidî heye em ê her dem li ser lingên xwe bin, çi kar bê xwestin em ê bikin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û têkbirina komployan.”