Li Şamê qedexeyên Talîbanê: Dê jin di beşa dawiya otobusan de rûnin

Li Şamê qedexeyên mîna yên Talîbanê ketin meriyetê. Li otobusan li ba hev rûniştina jin û mêran hat qedexekirin, dê jin li dawiya otobusê bikaribin biçin û bên. Ev pêkanîn ji aliyê jinan ve rastî bertekan hat.

RAMA XELEF

Dîmaşq (Şam) – Li paytexta Sûriyeyê Şamê biryarek ne fermî, rê li ber gengeşiyek mezin vekir. Li bajar, di hinek otobusan de divê jin û mêr cûda rûnin, belvaokên ku beşa pêşî ji mêr re, beşa dawî de jî ji jinan re hatiye veqetandin hatin daliqandin. Herçend rêveberiya demkî ya cîhadîst Heyet Tahrir El-Şam (HTŞ) tu daxuyaniyek nedabe jî, ketina meriyetê ya vê sepanê di medyaya dijîtal de li gelemperî Sûriyeyê bû sedemê bertekên tund. 

Jinên bertek nîşanî pêkanînê dayîn, vê biryarê wek veqetandina zayendî li cihên giştî xurt dike, pênase dikin û vê biryarê şaş dibînin.

'Ev biryar paşdeçûnên zihnî nîşan dide'

Rîm El-Ehmed bi gotina "Ez vê biryarê red dikim" nêrîna xwe derbarê biryara cudakirina jinan û mêran di otobustan de wiha anî ziman: “Ev biryar li dijî berjewendiyên gel bi taybet ên jinan e. Ez bawer dikim ku dibe kesên ku rewşên acîl an şert û mercên tenduristiyê yên taybetî hebin ku nikarin bisekinin an jî dereng bimînin. Di rewşên wiha de, tu ferq nake ku mirov li kêleka xortek an jinek ciwan rûne. Ev biryar paşdeçûnek zîhnî nîşan dide û di fikir û rêxistinê de tu pêşketinekê nîşan nade. Ew gavek paşverû ye."

‘Li şûna ku pirsgirêkan çare bikin wan kûrtir dikin’

Elaa Muhamad da zanîn ku ev pêkanîn pirsgirêkan çareser nake û wiha got: "Herî dawî di otobusên gel de biryar hat dayîn ku jin û mêr ji hev bên cudakirin. Li gor geşedanên jiyanê yên ku tên jiyîn, ev pêkanîn wek gaveke paşverû tê dîtin. Bûyera tacîz, dizî û reftarên bêexlaqî qanûnên pêşîlêgirtinê hewce dike. Biryar weke armanckirina zêdebûna bûyera tacîzê ye û rê li ber wê vedike. Li şûna ku pirsgirêkan çare bikin wan kûrtir dikin."

Fikarên gel derbarê vê biryarê de

Lêgerîna hevsengiyê di navbera parastina jinan û parastina azadiya takekesî de, nîqaş li ser veqetandina zayendî ya li ser veguhestina giştî bi hêsanî çareser nake, hê zêdetir tên dide. Bi taybet li bajarekî ku piştî salên şer hê jî xwe ji nûve birêxistin dike. Fam dibe ku ev pirsgirêk di demek kin de çareser nabe. Gelo wê desthilata nû, bi zîhniyeta xwe ya radîkal û tundrew, dest bavêje vê yekê û civaka Sûriyê ber bi berdewamkirina cihêbûna zayendî ve bibin, li şûna ku hawîrdorek li ser bingeha dadmendî û rêzgirtina ji hev re ava bikin? Ev jî weke pirs cihê xwe di rojevê de di parêze.