Li Şamê jin ji çalakiyan tên dûrxistin

Li Sûriyeyê, jin ji çalakiyên çandî û hunerî tên dûrxistin, di hin çalakiyan de jin bi bicihkirina wan di beşên taybetî de bi cudakariyê re rû bi rû tên. Nesrîn Mehmûd bertek nîşanî rewşê dide û dibêje, "Em ê dengê xwe li ser dikê bidin bihîstin."

RAMA XELEF

Şam – Jinên Sûriyeyê hê jî ji qada çandî dûr mane, ew ji sedema rêjîma Baas bigre heta pêvajoya şoreşê û pêvajoya rêveberiya demkî ya Sûriyeyê, bi paşguhkirin û dûrxistinê re rû bi rû ne. Tevî ku şoreş derî û asoyên nû ji jinan re vekir, lê dîsa jî rolên wan yên paşguhkirî ma. Ew beşdarî qadên jiyanê dibûn û cih digirtin, lê nikarîbûn tu biryardayîn bidin û sînordar diman.

Aktîvîsta Mafên Jinan Nisrîn Mehmûd qala paşguhkirina rola jinan di civakê de û nebûna cihên wan di nava qadên jiyanî de kir. 

'Jin bi dûrxistinên nerm re rû bi rû ne'

Nisrîn Mehmûd, di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser bûyerek ku pê re çêbûye û wiha axivî: "Dema ku min hevoka "Cihê jinan heye" li ser vexwendnameyekê ji bo şevbêrkek hunerî xwend, min hîs kir ku tiştek şaş di vê hevokê de heye. Ev hevok cudekariya li dijî jinan nîşan dide û weke ku jin cihên xwe di vê qadê de nîne pênase dike, lê me cihek ji wan re peydakiriye. Ev jî tê wê wateyê ku em hewceyî daxuyaniyên taybetin ku karibin beşdarî çalakiyan bibin. Ev bi xwe pirsgirêkek kûr û dem dirêj e. Di rastiyê de ev hevok jinan biçûk dike û hebûna wan sînordar dike. Ji ber ku çalakî û xebat li ser bingeha feraseta bavsalarî tên li dar xistin. Ev ne cara yekem e û bi dûrxistina nerm a jinan tê nasîn."

'Jin li gorî feraseta rêjîmê dixebitîn'

Nisrîn Mehmûd, behsa hebûna jinan a di qada çandî ya dema serdema rêjîma Baas de kir û wiha got: "Dema rêjîmê paşguhkirina jinan eşkare bû, çand girêdayî desthiladariyê bû û gotina azad dihat qedexe kirin. Ji bo ku jin karibe di vê qadê de cih bigre, divê li gor pîvanên hatine xuyakirin bimeşe û ji derveyî riyên ku rêjîmê nîşan daye, dernekeve. Bi derketina şoreşê re hêviyên me xurtir bûn ku em ê karibin mafên xwe bidest bixin. Lê mixabin bûyer û pêvajoyên dawî yên ku li Sûriyeyê rû dane, pergala berê xwe dubare dike lê bi rengek nû. Hebûna jinan dema biryardayînê, nivîsandina projeyan an jî belavkirina rolên lîstîkvanan de ne têrker e. Di saziyên çandî de mêr serdest in û keda jinan vala diçe."

‘Jin ji destpêka şoreşê heta îro gelek destkeftiyên bidestxistin’

Nisrîn Mehmûd da diyar kirin ku jinên Sûriyeyê rolên girîng lîstin e û axivî: "Ji destpêka şoreşê heta îro, jinên Sûriyeyê gelek destkeftiyên mezin di warê çandî de bidestxistin. Jinan nivîsandin, wergerkirin, derhênerî kirin, xêz kirin û gelek berhemên çandî hilberandin. Di heman demê de însiyatîfên cuda di warê wêjeyî, şano, sînema, çapemenî û belgekirinê de li dar xistin. Gelo ji bo van hewldanan pesindaneke rastîn heye? An jî em hê jî li ser maseyê rûniştinekê dixwazin? Dibe ku dûrxistin îro ne wek rêjîmê eşkere be, lê ew xeternaktir e ji ber ku di bin diruşmeya azadî û vekirîbûnê xwe vedişêre. Em daxwaz dikin ku beşdarên rast ên jinan bên nîşan dan. Jin ne îstîsna in, jin bingeha jiyanê ne."

'Jin di civakê de hêmanek girîng û çalak e’

Nisrîn Mehmûd, da zanîn ku divê bersiva jinan li dijî vê yekê eşkere be û xwest ku bila jin dengê xwe bilind bikin û jin ne tenê cihekî taybet daxwaz dikin, jin mafê xwe ya hebûna li hemû cihan bê şert û merc daxwaz dikin. Nisrîn Mehmûd, wiha dawî li gotinên xwe anî: "Jin divê nebin tiştekî paşguhkirî, paragrafekî taybet an jî hebûneke xweş. Ew hêmanek çalak û girîng e."