Li Şamê gorek komî hate dîtin
Li Şamê gorek komî ku tê de nêzî 20 cenaze hene, hate dîtin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku duh li herêma Sebîna ya başûrê Şamê gorek komî hate dîtin.
Li gorî SOHR’ê gora komî di binê girtîgeha rejîma berê ya Baasê de hate dîtin.
SOHR’ê diyar kir ku li ser cenazeyan şopên gule û şewitandinê hebûn. Her wiha destnîşan kir ku di gorê de hestiyên zarokan jî hatine dîtin.